Îranê derbarê topbarana Zaxoyê de daxuyanî da

Îranê derbarê topbarana Zaxoyê de daxuyanî da

.

A+A-

Wezareta Derve ya Îranê topbarana cihekî geştyarî li Zaxoyê ku bû sedema kuştina 9 kesan û birîndarkirina zêdeyî 30 kesan, şermezar kir û ragihand, “Îran bi temamî piştgiriya aramî û ewlehiya Iraqê dike.”

Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNA, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Nasir Kenaanî di daxuyaniyekê de topbarana ser navçeya Zaxoyê protesto kiriye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê hevxemiya Komara Îslamiya Îranê li gel malbatên qurbaniyan, hikûmet û gelê Iraqê aniye ziman û ragihandiye, “Îran bi temamî piştgiriya aramî û ewlehiya Iraqê dike.”

Nasir Kenaaî destnîşan kiriye, “Komara Îslamiya Îranê ewlehiya Iraqê wek ewlehiya xwe dibîne û di vî warî de xwe ji ti alîkariyekê nade paş.”

Duh Çarşembê 20ê Tîrmeha 2022an cihekî geştyarî li gundê Perex ê ser bi rêveberiya serbixwe ya Zaxoyê li parêzgeha Duhokê ji aliyê Tirkiyê ve hat topbarankirin ku li gor daxuyaniyên fermî yên rayedaran, di encama topbaranê de 9 kes hatin kuştin û zêdeyî 30 kesan jî birîndar bûn.

Roja 15ê vê mehê jî Tirkiyê gundê Perexê topbaran kiribû û di encamê de bavek û kurê wî bi navên Omer Nacî û Mihemed Omer Nacî birîndar bûbûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên Herêma Kurdistanê topbarana wê cihê geştyarî bi tundî protesto kirine. Herwiha hikûmeta Iraqê jî bi tundî topbarana cihekî geştyarî li qeza Zaxoyê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir.

Li ser fermana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, şandeke Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên û hin berpirsên leşkerî û emnî duh serdana cihê bûyerê kir. Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên piştî serdana cihê bûyerê di daxuyaniyekê de ragihand, ku êrîş ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin.

Topbarana wî cihê geştyarî li Iraqê bû sedema nerazîbûnên berfireh û li gelek bajarên Iraqê li dijî Tirkiyê xwepêşandan hatin kirin.

Ew yek di demekê de ye ku Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de red kir ku êrîş ji aliyê wan ve hatibe kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin