Îranê bi şev bi dron û mûşekan êrîşî baregehên PDKÎ û Komeleyê kir

Îranê bi şev bi dron û mûşekan êrîşî baregehên PDKÎ û Komeleyê kir

.

A+A-

 Îranê îşev careke din bi dron û mûşekan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir. Li gor zanyariyan, baregeha PDKÎ li navçeya Koye, Kampa Cêjnîkan li nêzîk Hewlêrê û baregeha Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê li Zirguwêz a Silêmaniyê bûne armancên êrîşên Îranê.

Endamê Polîtboruya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê, Aram Muderisî derbarê êrîşa îşev a Îranê de ji Rûdawê re ragihand, "Bi dron û mûşekab baregeha serkirdayetiya partiya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan li Bane Gewre li Zirguwêzê hatiye armanckirin, lê belê ti zirarên canî nebûye."

Aram Muderisî got, "Me texmîna êrîşê kiribû lewra me bi temamî amadekariyên xwe kiribû."

Bi gotina wî rayedarê Komeleyê, hêj dronên Îranê li esmanê navçeyê digerin.

Endamê DesteyaRêveber a Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê, Newîd Mêhrawer ji Rûdawê re got, "Ti zirareke canî negihştiye me, tevî ku bi dronekê êrîşî baregeha Komeleyê hatiye kirin". Newîd Mêhrawer herwiha got, "Ji êvarê ve ji me re hatibû gotin ku dê êrîşî me bê kirin, lewra em çaverê bûn ku bombebaran bê kirin."

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) jî di daxuyaniyekê de ragihand, ku baregeha wan a li Koyê û Kampa Cêjnîkanê li nêzîk Hewlêrê rastî êrîşê hatine, lê tekez kiriye ku di encama êrîşan de ti zirarên canî nebûne.

Li aliyekî din Qaymeqamê Hewlêrê, Nebez Ebdulhemîd jî ji Rûdawê re ragihand, "Kampa Cêjnîkan li nêzîk nahyeya Behirke ya ser bi Hewlêrê ve ku endam û malbatên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) lê dijîn, hatiye bombebarankirin."

Bi gotina Qaymeqamê Hewlêrê, bombebarana ser Kampa Cêjnîkanê bê zirarên canî bûye.

Berpirsê Pêwendiyên PDKÎ li Hewlêrê, Mihemed Salih Qadirî ji Rûdawê re got, Li Koyê bi dron û mûşekan êrîş pêk hatiye, lê li Kampa Cêjnîkanê tenê bi dron êrîş hatiye kirin û zirarên canî nebûne.

Mihemed Salih Qadirî diyar kir, li Koyê 4 mûşek û çend dron û di êrîşa ser Kampa Cêjnîkanê de jî 2 dron hatine bikaranîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin