Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Îran û Tirkîye Serkêşên Terorê ne!

A+A-

Di Rojhilata Naverast de du aktorên herêmî hene, ku herdû jî dijminên Kurd û Kurdistan in. Yek ji van aktoran Îran, yê din jî Tirkîye ye.
Îran, hemû hêzên terorê yên herêmê xwedî dike, pirbiçek dike.
Îran, serkêşê terora herêmê bixwe ye.
Di herêmê de çekên ku di destê şîe yên Yemen, Lîbya, Qatar, İraq û Hizbillaha Libnan de, çekên Îran in.
Îro Hizbillah, bi çekên ku didest de, li herêmê, di şerê navxwe yê Sûriyê de, li ser Îsraîl gefxwarinek gewreye ji bona asayîşa navçeyê.
Herkes baş dizane ku Îran çek û pereyên Hizbillah û van hêzên ku bi Îran re têkildar, dide.
Ji Cereblus bigire, heta El Bab û Efrîn di bin dagirkerîya Tirkîye de ye. Tirkîye, hin bi hêzên terorê yên li van deverên Başûrê Rojavayê Kurdistan û Minbic û Reqa re têkildar e. Hin bi çek û peran van hêzan xwedî dike û wek Îran ji bona armanc û berjewendîyên xwe bikar tîne.
 Arteşa Tirkiyeyê, artêşek tehdîtkar e û ji gelek bajarên cûda yên Tirkîye, hejmareke zêde leşkerên xwe yên taybet, çek û teqemenî û wesaîtên zirxpoş rêdike sînorên Başûrê Rojavayê Kurdistan.
Tirkîye, li Cerablus û Efrîn, demografîya van bajaran li gor armanc û berjewendîyên xwe diguhere. Li van bajarên Kurdistan hemû karesatên dagirkerî bikar tîne. Bi zilm û zordarîya xwe van bajarên Kurdistan wêran dike û raya giştî ya cîhanê jî bêdeng, temaşe dike. Sebebek ji vê jî bêtifaqî û çewtîya tevgera Kurd, tifaqên seqet li Başûrê Rojavayê Kurdistan e. Ev rewşa tevgera Kurd, rêdide ku Tirkîye rehet meramên xwe bicîh bîne.
Tirkîye, li herêmê, ji bona destkevtinên kurdan tehdîdek mezin e.
Hin Tirkîye û hin jî Îran, bi hev re hevalbendên Rusya ne.
Di eynî ênîyê de tevdigerin û armanca yekem a bihevre tevdegerîna vê ênîyê, pêşîlêgirtina destkevtinên kurdan e. Ev ênî, bi serkêşîya Rusya hatîye damezirandin û di nav vê ênîyê de Îran, Tirkîye û Sûrîye li ser esasên dijminatîya Kurdan, bi hev re cîh girtine.
Tevgera Kurd û kurdistanî, nikare bi van hêzan re tevbigere û destkevtinên xwe biparêze. Ji ber ku PKK bi Rusya, Sûrîye û Îran re tevdigere; PKK, di herêmê de sebebê wendakirina pir hewlên netewî ye. Bandora PKK li ser Başûrê Rojavayê Kurdistan, zîyanek mezin dide tevgera vî beşê Kurdistan. PKK, Başûrê Rojavayê Kurdistan ji bona armancên xwe yên îdeolojîk û karesatên wekaleta şer bikar tîne. Vî beşê Kurdistan ji bona armancên xwe dike qurban.
Ji bona kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistan, gava yekem ewe ku; li gor berjewendîyên Kurd û Kurdistan, di navxwe de tifaqet netewî ava bikin. Hêzên xwe yên çekdar, ji bandora şerê wekaletê, partî û îdeolojîyan biparêzin û li ser esasên netewî, di bin artêşa netewî de bicivînin û birêkûpêk bikin. Divê roj berî roj, Hêzên YPG û Pêşmergên Roj di bin ewlekarîya hêzên netewî de, ji bandora hizbayetî dûr, bên birêkûpêk kirin.
Li Başûrê Rojavayê Kurdistan, ku Kurd negihêjin astek siyasetek netewî û yekrêzî, nikarin hevpar, beşdarî danûstendinên giftûgoyên makezagona Sûrîye bibin û bibin beşek ji beşdarên civînên Cenewre.  
Eynî armanc, li Başûrê Kurdistan jî derdikeve ber me. Divê hêzên Pêşmergan ji bandora partîyan rizgar bibe û wek hêzên ewlekarîya Kurdistan bên birêkûpêk kirin. Heta ku hêzên Pêşmergan di bin bandora berjewendîyên hizbayetî de be, rêzgirtinek siyasî û tifaqek netewî dernakeve holê. Ev rewş wê her bingeha xîyanê xwedî bike. Sebeba ku ev 6 mehe hikûmetek millî nayê avakirin, yek jê eve. Divê roj berî roj pêşî li vê xeterîyê bêt girtin ku berjewendîperest û Xîyanetkar ji vê rewşê hêzê negirin.
Divê Kurd li Rojhilata Naverast, di nav tifaqên nû de cîhê xwe bigirin û li dij vê ênîya dijraberî kurdan, xwedî helwest bin. Ji bona ku Kurd vî rolê netewî bigire ser xwe jî, divê yekem gav divêtîyên netewî bîne cîh.
Di herêmê de her gava li dij Îran û Tirkîye bêt avêtin, di berjewendîyên Kurdan de ye û divê Kurd yekgirtî, bi programek netewî, kurdistanî, di nav van gavan de cîhê xwe bigirin.
Rêzgirtinek netewî, bingeha parastina destkevtinên netewî bixwe ye. Divê ev bibe bingeh ji siyaseta Kurd re.
04.05.2019

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin