Îran û Îraq hewil didin avê li ser başûrê Kurdistanê biçîkinin

Îran û Îraq hewil didin avê li ser başûrê Kurdistanê biçîkinin

Îran çemên ku çavkaniyên wê li rojhilatê Kurdistanê ne û diherikin Kurdistana başûr bi bendavan dibire. Konsolosê Îranê yê Suleymaniyeyê dibêje ev yek li gor peymana her du dewletan e.

A+A-

Li gor daxuyaniya Cîgirê Serokê Komîsyona Karên Av, Ajal û Çandinî yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Xerîb Mustafa Çemê Sîrwanê ji 22yê meha 10an ve ye ji aliyê Îranê ve hatiye birrîn. Di daxuyaniya xwe de Xerîb Mustefa dibêje: "Ava Rûbarê Sîrwanê pir kêm bûye, me bi Waliyê Helepçe û rêvebirên bajêr re ev mijar xeberda. Ava Rûbarê Sîrwanê berê pir zêde bû, lê niha pir kêm bûye û zarokek jî dikare di rûbar de derbas bibe." Xerîb Mustefa got dest dirêjaya Îranê ya qutkirina avê bi Çemê Sîrwanê tenê nîne: "Ji xeyrî Rûbarê Sîrwanê ku li Kurdistana Îranê dizê û diherike Herêma Kurdistanê, Rûbarê Zapê Biçûk jî ji terefê dewleta Îranê ve hat birîn. 8 projeyên bendavê yên Îranê hene û bi birîna rûbaran dixwaze kontrola avê bikê, bi vî awayî jî wê bixwaze avê li gorî xwe bikar bîne. Em dixwazin hikûmeta Iraqê hişyariyê bide Îranê."

Lê di vê pirsa birrîna avê de agahdariya herî balkêş a Konolosê Îranê yê Suleymaniyê ye ku di daxuyaniya xwe de gotibû ku birrîna Çemê Sîrwanê cîbicîkirina peymana navbera Îran û Iraqê ye.

Xerîb Mustafa şikayeta kî bi kî dike? Diyar e ji bo pêşîlêgirtina hewla serxwebûna başûrê Kurdistanê, emê vê sanaryoyê di gelek warên jiyanê de bibînin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin