Îran û Erebîstana Siudî gef li hev xwarin

Îran û Erebîstana Siudî gef li hev xwarin

Piştî êrîşa ser merasima bajarê Ahwazê ya ser bi Îranê, Tehran û Riyad dest bi tehdîdan kirin. Welîahd prensê Erebistana Siûdî Muhammed bîn Selman got ku dê destûrê nedin ti kesê ku zerarê bide desthilatiya welatê wî.

A+A-

Îranê, ji êrîşa merasima bajarê Ahwazê, Erebistana Siûdiyê berpirs girtibû ku piraniya xelkê wê derê Ereb e û 25 kes jiyana xwe dabûn. Selman, li ser beyanên Îranê bi awayeke tund bersiva Îranê, bi awayekî nivîskî da.

Welîahd prensê Erebistana Siûdî Muhammed bîn Selman got ku dê destûrê nedin ti kesê ku zerarê bide desthilatiya welatê wî.

Artêşa Îranê ragihandibû ku wê toleke bimirin û ku dê neyê jibîrkirin ji failên bûyera Ahwazê bistînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin