Îran navçeyên Herêma Kurdistanê topbaran dike

Îran navçeyên Herêma Kurdistanê topbaran dike

.

A+A-

Supay Pasdaran a Îranê îro roja çarem e li ser hev, devera Biradost li sînorê nahiya Sîdekanê ya ser bi navçeya Soran a Hewlêrê ve topbaran dike.

Rêveberê Nahiya Sîdekan Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand, Îro  bo roja çarem li pey hev, Supay Pasdaran a Îranê berdewam e di topbarankirin gund û bilindahiyên navçeya Sîdekan, herku diçe tobbaran zêdetir dibe û nêzîkî cihê neştecîbûnê dibe.

Îhsan Çelebî diyar kir îro Supay Pasdaran a Îranê bi rêya Qerargeha Hemze, car caran bilindahiyên Seqer, Berbizîn, Gerûya Sîngan, Mêrge Susin, Gora sayê, Derhol û Perêze û Benê topbaran dike.

Rêveberê Nahiya Sîdekan ragihand jî, topbarana îro ji rojên berê dijwartir e,û ji ber êrişan tirs li ba xelkê çêbûye.

Bi gotina Çelabî ji ber tirsa êrişan  beşek ji xelkê gundên wê deverê dest ji gund û zeviyên xwe berdane û qesta deverên aram dikin.

Roja 24ê Îlonê Supay Pasdaran a Îranê bi topxaneyan û firokeyên bê firokevan dest bi topbaran û bombebarankirina sînorên Herêma Kurdistanê kiribû.

Li gel ku heta niha ti ziyanên canî çênebûne, lê li qadeke mezin a zeviyên çandiniyê şewitîne.

Artêşa Îranê ragihandibû ku ewê li Herêma Kurdistanê “parastina sînorên xwe bidomînin”.

Di van salên dawî de, Îranê gelek caran navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dike û partiyên Kurdistanî yên Rojhilatê Kurdistanê weke hincet nîşan dide.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin