Îran: Me ji Tirkiyê re gotiye zirarê negihîne yekparçeyiya axa Iraqê

Îran: Me ji Tirkiyê re gotiye zirarê negihîne yekparçeyiya axa Iraqê

Berdevkê Wezatreta Derve ya Îranê red dike ku ti gundeke Herêma Kurdistnê topbaran kiribe û dibêje, ku wan tenê bargehên serbazî yên hin grûpan kirine armanc. Seîd Xetîbzade herwiha ragihand, yekparçebûna Iraqê ji bo Îranê xeta sor e û tekez kir, Tirkiye

A+A-

Berdevkê Wezatreta Derve ya Îranê, Seîd Xetîbzade ragihand, wan ti gundeke Herêma Kurdistanê topbaran nekirine û ya ku çêbûye li dijî kampên dijberên komara Îslamî ya Îranê bûye ku bi gotina wî, ti kesên sivîl di wan kampan de nînin.

Seîd Xetîbzade derbarê wan grûpan de da xuyakirin, “hinek grûp sînorên navbera Îran-Iraq û Tirkiyê bi awayekî xirab bi kar tînin û li wan sînoran ve û li nav axa Kurdistana Iraqê hinek kamp çê kirine û ji wê ve êrîş dikin ser hêzên serbazî yên Îranê.”

Wî berpirsê Îranê bi zelalî navê ti partî û rêxistineke Kurdî neanî, lê li wan sînoran tenê hêzên Kurdî hene.

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê red dikin, ku ji nav sînorê Başûrê Kurdistanê ve êrîşî hêzên Îranê kiribin û dibêjin, hêzên wan li navxwe yê Rojhilatê Kurdistanê ve çalakiyên xwe pêk tînin.

Di sê salên derbasbûyî de, Îranê gelek caran navçeyên sînorî yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta hebûna hêzên çekdar ên Rojhilatê Kudistanê topbaran û bombebaran kiriye, ku bûye sedema gelek zirarên canî û maddî.

Roja 10ê Tîrmeha 2019, Îranê navçeyên sînorî yên Sîdekan li sînorê parêzgeha Hewlêrê topbaran kiribû û di encamê de keçeke 18 salî jiyana xwe ji dest dabû û du birayên wê jî birîndar bûbûn.
Îsal jî ji ber teqeya hêzên Îranê li navçeyên sînorî yên parêzgeha Hewlêrê, welatiyekî sivîl hatibû kuştin û du welatî ku şivan bûn, birîndar bûbûn.

Berdevkê Wezatreta Derve ya Îranê herwiha amaje bi helwêsta welatê xwe bo parastina yekîtiya axa Iraqê kir û ragihand, “çawa ku em ne aramiyê li sînorê xwe tehemul nakin, yekparçebûna Iraqê jî ji bo me giring e û ji bo me xeta sor e.”

Seîd Xetîbzade amaje bi êrîşên Tirkiyê yên di nav sînorê Başûrê Kurdistanê û axa Iraqê de jî kir û ragihand, “Tirkiye behsa hin dilgiraniyên xwe dike, lê me ji wan re gotiye, ji bo vê yekê hizir li rêyekê din bike, ku zirarê negihîne serweriya axa Iraqê.”

Xetîbzade herwiha da xuyakirin, ku Kurdistan ji bo Îranê mijarek niştimanî ye û ew ne tenê mijareke Kurdî û girêdayî Kurdan be.

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin