Îran jiber Zêdebûna Pêketîyên Nû yên Korona Careke Din Hazirîya Tedbîrên Tund Dike

Îran jiber Zêdebûna Pêketîyên Nû yên Korona Careke Din Hazirîya Tedbîrên Tund Dike

Hikûmeta Îranê dîyar kir ku jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona ew dikarin jinûve tedbîrên tund ragihînin.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Hikûmeta Îranê dîyar kir ku jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona ew dikarin jinûve tedbîrên tund ragihînin.

Li Îranê di du rojên dawî de pirtir ji 200 kesan bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Wezareta Saxlemî ya Îranê da zanîn ku vîrusa korona roja Duşemê 113 kes kuştine û hejmara mirîyên wê vîrusê bûye 8,950.

Berdevikê Hikûmeta Îranê Ali Rabiei gotibû ku gel li îbadetxaneyan û li maşîneyên veguhestinê guh nade mesafeya civakî û ew rewiş rexne kiribû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin