Îran/ Êrîşî Sûpaya Pasdaran hat kirin: 27 mirî

Îran/ Êrîşî Sûpaya Pasdaran hat kirin: 27 mirî

Teqînek li nêzîkî Zahîdan li Sîstan û Belocistana Îranê çêbû û zêdetirî 40 kesan bûne qurbanî.

A+A-

Hat ragihandin ku teqînek li nêzîkî Zahîdan li Sîstan û Belocistana Îranê çêbû û di encamê de 27 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

 

Li gor zanyariyan, bombeyek bi otobuseke hêzên Supaya Pasdaran de teqiya.

 

Biryargeha Quds a Supaya Pasdaran a Îranê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku vê êvarê otobuseke ku têde hêzên parastina sînor hebûn, li ser rêya Xaş – Zahîdan bûne armanc û hejmarek ji hêzên Biryargeha Quds a hêzên bejahiyê yên Supaya Pasdaran jiyana xwe ji dest dane û hejmarek jî birîndar bûne.

 

Piştî teqînê Rêxistina Ceyşul Edil berpirsyariya xwe di ber teqînê de ragihand.

 

https://twitter.com/SaeedehhK/status/1095713065549660161?ref_src=twsrc%5Etfw%7Ctwcamp%5Etweetembed%7Ctwterm%5E1095713065549660161&ref_url=https%3A%2F%2Fwww.artigercek.com%2Fhaberler%2Fdevrim-muhafizlari-na-intihar-saldirisi-20-olu

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin