Îran: Emerîka li devera kendavê çi dike?

Îran: Emerîka li devera kendavê çi dike?

Wezîrê derve yê Îranê (Mihemed Cewad Zerîf) rexneyan li hebûna Artêşa Amerîka li nav Kendavê dike. Cewad Zerîf li ser Twittera xwe nivîsî: Hêzên Amerîka bi dûriya 7 hezar Mîl ji axa welatê xwe, li devera Kendavê çi dikin?

A+A-

Zerîf dibêje: Belkî hêzên deryayî yên Amerîka li derdora sînorên me yên avî, nikaribin riya xwe bibînin û belkî navê deverê jî nizanibin. Ji berî 2000 sal ve, ji vê avê re tê gotin Kendava Farisî.

Navhatî diyar kir, ku Amerîka xwe bi siyaseta sepandina sizayan ve girtiye. Hemû nîşan jî wê yekê piştrast dikin ku ti rêbendek ji siyaseta wê ya şaş re tine ye.

(K24/Îrna)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin