Îran deverên Biradost topbaran dike

Îran deverên Biradost topbaran dike

.

A+A-

Topxaneya Îranê îro danê sibê navçeyên sînorî yên devera Biradost ya Herêma Kurdistanê topbaran dike.

Rêveberê Bajarokê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re got, îro demjimêr 08:20 topxaneya Îranê zozanên Berbizîn li nêzîkî Sîdekanê topbaran kirin.

Îhsan Çelebî da zanîn, 5 – 6 mûşek li navçeyê ketin, lê xweşbextane ti ziyanên canî di encamê de nebûn.

Di sê salên borî de gelek caran navçeyên sînorî ji aliyê Îranê ve hatin topbarankirin, ji bilî şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek ji welatiyan, gelek ziyan gihîştine rez û zeviyên welatiyan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin