Îran bi destêwerdanên rejîmê diçe hilbijartinê

Îran bi destêwerdanên rejîmê diçe hilbijartinê

.

A+A-

Roja înê ya dawiya vê hefteyê proseya hilbijartinên Serokomariya Îranê dê were lidarxistin. 

Roja înê ya dawiya vê hefteyê proseya hilbijartinên Serokomariya Îranê dê were lidarxistin, çend namzed ji aliyê Encûmena Parastina Destûrê û Rêberê Giştî yê Şoreşa Îslamî ya Îranê Elî Xaminêyî ve hatin dûrxistin.

Namzedê bihêz ê hilbijartinên Îranê Îbrahîm Reîsî ye, ku Elî Xaminêyî piştevaniya wî dike û egera serkeftina wî ji namzedên din zêdetir e.

Kovara Foreign Affairs ragihandiye ku roja înê Îbrahîm Reîsî dê serkeftineke berçav bi dest bixe û bibe heştemîn Serokomarê Îranê.

Kovarê destnîşan kiriye ku Encûmena Dariştina Destûrê çend kesayetên gelek bihêz ji hilbijartinan dûr xistine, weke; Elî Laricanî ku demeke dirêj Serokê Parlamentoyê bûye, herwiha Îshaq Cîhangîrî û Mehmûd Ehmedî Nejad jî, du namzedên herî bihêz bûn, ev nakokiya siyasî ya Îranê nîşan dide.

Şefîq Laricanî, birayê Elî Laricanî rexneyên tund li rayedarên asayîşa Îranê girt ku di encamên hilbijartinan de destwerdanê dikin.

Hesen Xumeynî jî, neviyê damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê, rexneyên tund li Encûmena Parastina Destûrê girt û got: “Dûrxistina namzedan li dijî prensîbên şoreşa Îslamî ya Îranê ye.”

Rojnameya Wall Street Journal jî ragihandiye ku dûrxistina hinek namzedên bihêz ên Serokomariya Îranê, rê li ber Îbrahîm Reîsî xweş dike ku bibe serokomarê nû, loma kesên ku piştevaniya Reîsî kirine, divê ji hemû dengderan daxwaz bikin ku biçin ser sindoqên dengdanê.

48 saet berî destpêkirina hilbijartinên Serokomariya Îranê, Muhsîn Mehr Elîzade yê 64 salî, ji pêşbaziya hilbijartinan vekişiya û heta niha jî sedema vekişîna xwe eşkere nekiriye. Hat ragihandin ku vekişîna Muhsîn Mehr Elîzade, bandorê li ser birêveçûna hilbijartinan nake.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin