Însîyatîf li Stembolê jî dest bi kar kir

Însîyatîf li Stembolê jî dest bi kar kir

Însîyatîfa piştgiriya referanduma serxwebûnê ya Stenbolê hat damezirandin û civîna xwe ya yekem jî li dar xist û komîteyek organîzekirina kar û baran hilbijart.

A+A-

Însîyatîfa piştgiriya referanduma serxwebûnê ya Stenbolê hat damezirandin û civîna xwe ya yekem jî li dar xist û komîteyek organîzekirina kar û baran hilbijart.

Komîteya însîyatîfî ya Stenbolê ji M. Celal BAYKARA, Kasım ERGÜN, Mehmet GÜL, Abdülmecit ARSLAN, H.İbrahim SOFUOĞLU, Behcet EPÖZDEMİR, Bektaş ELÇİN, Nevzat YEŞİLBOĞDAN pêk tê.

Însiyatîf li ser xebatên li Stenbolé rawestiya û ji bo konferansa Stenbolê biryarên girîng girt. Bi taybetî li ser axaftvan û beşdaran ku di civatê da tên naskirin sekinî. Axaftvan wê ji siyasetmedar û akademîsyenên Başûr û Bakûrê Kurdistan û ji Tirkîyê werin hilbijartin.

Wek beşdar jî saziyén sivîl, partîyên siyasî (KESK, DÎSK, BARO, TURK-İŞ, AKPARTİ, CHP, HDP, HÜDA-PAR...) Rojnamevan û kesên navdar û konsolosên welatên ji aliyê pirsê ve girîng wê bên bangkirin. Ji bo van karan komisyon di nav xwe da wek sê grub wezîfe belav kir.

Konferans wê 10 îlonê li Otêla MARİOT'ê ya Şişliyê seat 13 00 da dest pê bike.

Ji bo têkilî û zêde agahdariyê li vê têlefonê lêdin. 0533 74916 81.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin