Înîsyatîfa Rojnamevanên Azad: Dixwazin rojnamevanan bikin weke leşkeran

Înîsyatîfa Rojnamevanên Azad: Dixwazin rojnamevanan bikin weke leşkeran

înîsiyatîfa Rojnamevanên Azad, bi hilkefta 10ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin a Cîhanê, daxuyaniyek da.

A+A-

Di daxuyaniyê de hat gotin, ku îro ku dixwazin herkesî bixin yekrengiyê, dixwazin me rojnamevanan jî weke leşkeran bikin yekreng. Ji xeynî dengê yekî, tehemulî dengekî din ê cihê nakin.

Di daxuyaniyê de herwiha bale kişandin ser rojnamevanên zîndanîkirî û wisa hat gotin: Di vê pêvajoya ku bi dehan rojnamevan di girtîgehan de ne, mixabin em nikarin behsa 'rojnamevanên li ser kar' bikin. Lê digel vê jî libek rojnamevanên ku li ser karên xwe ne hewl didin ku rastiyan veguhezînin rayagiştî.

Di civîna çapemeniyê de şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî hat bibîranîn û herwiha 10ê Çileyê li hemû rojnamevanan hat pîrozkirin.

 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku i gor raporta Article 19an a ku di 4 warên wekî 'qada sivîl', 'medyaya dijital', 'ewlehî' û 'zelalî'yê de welat nirxandine, Tirkiyê ji 5 welatan yek e ku di van 4 mijaran de bileztirîn paş de dikeve.

Li gor vê, di warê zelaliyê de, ji 2014an heta 2017an yekemîn welat e ku herî zêde paş ketiye.

Di warê sansûra înternetê û darizandina bikarhênerên înternetê de jî Tirkiye wek duyemîn welat hatiye destnîşankirin ku paş de diçe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin