Îngilîzan ji Yekîtiya Europayê re got "NA"

Îngilîzan ji Yekîtiya Europayê re got "NA"

Îngilîzan ji Yekîtiya Europayê re got "NA"

A+A-

 

Encamên fermî yên referandumê dîrokî ku 23.06.2016-an li Îngiltere hate lidarxistin destnîşan dikin ku piraniya înglîzan dixwazin welatê wan ji Yekîtiya Europa (YE) derkeve.

51,9% ji beşdarvanên referandumê gotin "NA" jibo endamîtiya welatên wan di YE de, 48,1% gotin "ERÊ".

Tenê di nav çend demjimêran de, pereyên Îngiltere (pound) 9% ji nirxê winda kir, û buhayên petrolê di bazarên navdewletî de 3% bilind bûn.

Dihate çaverêkirin ku serokwezîran David Cameron, xwediyê pêşniyaza referandumê, dest ji kar bikşîne, lê wezîrê derve Philip Hammond got ku Cameron dê di karê xwe de bimîne.

Encamên "Brexit"ê pêlek ji nîgaraniyeka kûr di nav dezgehên siyasî û bazirganî li seranserê cîhanê afirand.

Hinek çavdêrên siyasî van encaman weke destpêka dûmahiya YE binav dikin.

(E.B)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin