IMF: Aboriya Îranê daketiye bin sifrê!

IMF: Aboriya Îranê daketiye bin sifrê!

Sindoqa Navdewletî ya DiravÎ (IMF) dibêje, êdî aboriya Îranê roj bi roj biçûktir dibe. IMF pêşbînî dike ku rêjeya mezinbûna aboriya Îranê sala bê derdora 4 dereceyan wê dakeve bin sifirê!

A+A-

IMF, ku yek ji saziyên girîng ên aboriya cîhanê ye, di raportekê de behsa rewşa aboriya Îranê kiriye û ragihandiye, piştî dorpêçên Amerîkayê ya li dijî Îranê, aboriya wî welatî êdî ne tenê mezin nebû lê roj bi roj biçûk jî bû.

Di raporta IMF de hatiye gotin, ji ber wê jî tê pêşbînîkirin rêjeya mezinbûna aboriya Îranê îsal derdora 2 dereceyan dakeve bin sifrê, sala bê jî ev rêje bigihê 4 dereceyan.

IMF daye zanîn ku rêjeya enfilasyonê  jî dê ji 29.63e dê bigihîje 34.1.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin