Îmarat û Misir hêzê dişînin Rojavayê Kurdistanê

Îmarat û Misir hêzê dişînin Rojavayê Kurdistanê

Hejmarek ji fermandarên Misrî û Îmaratî serdana bajarê Minbicê kirine û eger e hêzên her du welatan li wî bajarî werin belavkirin.

A+A-

Pêgeha “Debka” ya nêzîkî hewalgîriya Îsraîlê ji hin jêderan veguhastiye, Serokê Amerîka Donald Trump bi Cihnişînê Ebû Zebî Mihemed Bin Zayid û Serokê Misrê Ebdilfetah Sîsî re di pêwendiyê de ye ji bo şadina hêzên wan her du welatan bo bajarê Minbicê.

Da zanîn jî, heger hêzên Îmaratî û Misrî derbasî Minbicê bûn, Amerîka dê esmanê wî bajarî dabîn bike û eger heye li hin navçeyên din û heta sînorê Sûriye – Iraqê jî ew her du hêz belav bibin.

Li gor pêgeha Debka, heger rêkeftina Amerîkî bi Îmarat û Misrê re temam bibe, dê hêzên Mexreb, Cezaîr û Siûdiyê jî bêne Minbicê.

Ev yek di demekê de ye, rojnameya “Gaurdian“ a Brîtanî 30 meha Berçileya 2018an belav kir, şandeke leşkerî ya Misrî û Îmaratî serdana Minbicê kir û bi fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) civiyan.

Li gor hatiye belavkirin, ew fermandar bi mebesta belavkirina hêzên Misrî û Îmaratî li Minbicê ji piştî vekişandina hêzên Amerîkî, rewşa li navçê dişopandin.

Pêştir medyaya Tirkiyê belavkiribûn, hêzên Erebî yên Siûdî û Îmaratî serdana Bakur û rojhilatê Sûriyê kiribûn, lê Balyozxaneya Siûdî li Enqerê ew nûçe red kiribû.

Ajansa “Anadolu” jî diyar kiribû, hatina hêzên Siûdî û Îmaratî bo bakur û rojhilatê Sûriyê bi armanca damezrandina “Pasewanên sînor” li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin