Îlham Ehmed bo Kongreya Trumpî hat vexwendin

Îlham Ehmed bo Kongreya Trumpî hat vexwendin

Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokrakratîk (MSD) Îlham Ehmed ji bo axafttina Serokê Amerîkayê Donald Trumpî ji aliyê namzeta berbijêra serokatiya Amerîkyê ya 2020an Tulsi Gabard ve hat vexwendin.

A+A-

Beriya axaftina Trump bi çend saetan hat ragihandin ku navê Îlham Ehmed jî di nav lîsteya guhdaran de heye ku endama Meclîsa Nûneran a Demokrat Tulsi Gabbard da xuyakirin,  ji aliyê wî ve hatiye vexwendin.

Gabbard li ser  hesabê xwe yê twitterê ji bo Îlham Ehmedê got, “Serokeke têkoşîna dijî DAIŞê û parêzvaneke bihêz a aştiyê.”

Hêjayî gotinê ye Hevseroka MSDê Îlham Ehmed ev demeke li Washingtonê ye û ligel beşdariya çend bernameyan danûstandinên siyasî dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin