IHDyê giliyê Umît Ozdagî kir

IHDyê giliyê Umît Ozdagî kir

.

A+A-

IHDyê daxwaz kiriye ku li gorî Xala 106 û 216ê ya TCKyê û Xala 14ê ya PMMEyê dozê li Umît Ozdagî vekin.

Komîsyona Li Dijî Nîjadperestî û Cidaxwaziyê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD), ji ber ku gef li Garo Paylan, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê xwariyê, giliyê Umît Ozda, Parlamenterê Stenbolê kiriye.

Eren Keskîn, Jiyan Kaya, Gullistan Yarkin, Meral Çildir û Ayşe Gunaysuyê, li ser navê IHDyê giliyê Ozdagî kirine û xwestine li gorî Xala 106 û 216ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) û Xala 14ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) dozê li Umît Ozdagî vekin.

Bixwîne - Umît Ozdag gef li Garo Paylan Parlamenterê HDPê xwariye

Gilîkaran di gilînameyê de wiha gotiye:

“Gumanbar Umît Ozdagî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi awayekî aşkere sûcê gefxwarinê li dijî Garo Paylan, Parlamenterê HDPyê kiriye û daxuyanî daye ku li gorî Xala 216ê ya TCKyê sûc e.

“Umît Ozdagî wiha gotiye: ‘Bêterbiyeyê tehrikkar. Heke tu ne gelekî nekêfxweşî biçe cehenemê. Talat Paşayî ne ermeniyên welatperwer kesên weke te ji paş de gule bera didan sirgun kirine. Heke dema wê hat tê jî tecrubeyeke Talat Paşayî bijî û divê tu bijî.’

‘Jibermayiyê Taşnakê, ji bermayiyê ASALAyê, jibermayiyê PKKyê. We tirk qetil kirin, we ji paş de gule bera artêşa me da. Kesên ku kirine cezayên xwe dîtin. Kesî dest neda ermeniyên welatperwer. Lê di xwîna te de vîrusa Taşnak-ASALA-PKKyê diherike. Tu dijminî xwînxwar ê miletê tirk e.’

“Di van gotinan de him hîmên sûcên gefxwarinê tê de hene him jî li gorî Xala 216ê ya TKCyê sûc e. Her weha li gorî Xala 14ê ya PMMEyê qedexeya cidaxwaziyê binpê dike.”

Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin