IHD Rapora Ser Rewşa Mafê Mirovan ya Bajarên Kurdan Eşkere Kir

IHD Rapora Ser Rewşa Mafê Mirovan ya Bajarên Kurdan Eşkere Kir

.

A+A-

Di Nav Salek de li Bajarê Kurdan Rewşa Binpêkirina Mafê Mirovan Çawa ye?

Komela Mafê Mirovan (IHD) rapora salê ya bajarê Kurdan, li ser binpêkirina mafê mirovan eşkere kir.

IHD di rapora xwe de ji mafê jîyanê, ya ewlehîyê, ya azadîya ramanê, ya jin û zarokan, li neh beşên cuda binpêkirina mafê mirovan tesbît kirîye.

Komela Mafê Mirovan di rapora xwe de destnîşan dike pandemîya Covid 19 bûye hecet jibo binpêkirina mafê mirovan.

IHD di raporê de îdia dike bi taybetî ji ber polîtîkayên otorîter yên desthilatîyê, di sala 2020an mafê mirovan pir zêde hatiye binpê kirin.

- Li gorî raporê di dema pevçûnan li herêma Kurdan di navbera PKK û hêzên dewletê de 43 hêzên ewlekarîyê, 218 mîlîtanên PKKê û sivîlek hatine kuştin.

- Di êrîşên ser hêzên ewlekarîyê yên bi destê endamên PKKê, 15 welatiyên sivîl hatine kuştin.

- Di nav salek de 109 welatî di dema xwepêşandan de hatine binçavkirin û işkenc eli wan hatiye kirin.

- Rapora IHD’ê balê dide ser rewşa girtîgehan ku bêyî hicet 496 girtiyên sîyasî ji helwestên xwe berpirs hatine dîtin û sirgûn bûne.

- Komala Mafê Mirovan destnîşan dike neha li girtîgehên Tirkiye, 604 nexweşên giran bi giştî 1605 girtîyên nexweş hene.

Di salekê de mafê jin û zarokan jî bi sedan caran hatiye binpêkirin.

- Di sala 2020an de li bajarên kurdan 38 jin xwe kuştine

- 34 jin bi tundîyê hatine kuştin

- 17 jin di pevçun an bûyerên civakî de hatine kuştin

- Dest dirêjê 17 jinan kirine.

 

Di nav salek de li bajarê kurdan:

- 4 zarok xwe kuştine

- Zarokek bi destê malbatê hatiye kuştin

- 3 zarok di bûyerên civakî de hatine kuştin

- 2 zarok bûne armanca destdirêjîyê

- 217 zarok bi xetera hewildana destdirêjiyê rûbirû mane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin