İHD: Piştî greva birçîbûnê niha jî îşkence li girtiyan tê kirin

İHD: Piştî greva birçîbûnê niha jî îşkence li girtiyan tê kirin

Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) diyar kir, ew kesên ku dev ji greva birçîbûnê berdane di dema veguhêstina nexweşxaneyan de li rastî hin kêşeyan tê. Komeleyê bangî Wezaretên Tendûristiyê, Dadê, Karên Navxweyî û rêveberiyên girtîgehan kir da k

A+A-
Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) diyar kir, ew kesên ku dev ji greva birçîbûnê berdane di dema veguhêstina nexweşxaneyan de li rastî hin kêşeyan tê. Komeleyê bangî Wezaretên Tendûristiyê, Dadê, Karên Navxweyî û rêveberiyên girtîgehan kir da ku tedbîran ragirin û rê nedin wê yekê ku îşkenceyê li girtiyan bê kirin.

Şandeya Çavdêriya Girevên Birçîbûnê ya Koordînasyona Qeyrana Marmarayê li Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan derbarê wan girtiyên ku li ser banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dev ji girevên birçîbûnê berdabûn, raportek ragihand. Li gorî "Pêş Raporta Prosesa Dermanê û Şopandina Tendûristiyê ya Girtiyên li Girtîgehên Herêma Marmarayê ku Dev ji Girêva Birçîbûnê Berdane" îşkence li girtiyan tê kirin û ew girtiyên ku ji girevê derketine ne bi ambûlansan bi wesayîtên rîngê di şert û mercên li derveyî mafên mirovahiyê de bo nexweşxaneyê tên veguhêstin. Heta li gorî raportê gelek girtî jî beyî ku bêne dermankirin careke din bo girtîgehê hatine vegûhêstin.

Şebnem Korur Fîncancı - Seroka Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyê, dibêje:"Tû wezaret bi me re hevkariyê nakin. Di dema vegûhêstinê de, gelek girtî bi kelepçe tên dermankirin û mûameleyeke nebaş li wan tê kirin. Me gelek binpêkirina mafên girtiyan tespît kirine. Bi dengê bilind guhdarîkirina sirûdên Tirk li girtiyan tê ferzkirin, heqaret li wan tê kirin û girtî bi gotinên nebaş tên biçûkxistin. Em Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu hişyar dikin. Ev kiryar dikevin çarçoveya îşkenceyê. Ew jî dibe şirîk û hevkarê îşkenceyê."

Seroka Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan Gulseren Yolerî jî diyar kir, bi her awayî îşkence li girtiyan tê kirin, bi taybet li Maraş û Wanê girtî li kêleka odey morgê tên dermankirin. Ev yek nayê qebûlkirin.

Gulseren Yolerî - Seroka Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan, dibêje:"Em bangê li rayedaran dikin, bila bi pejinkarî tevbigerin û rê li ber zilma li ser girtiyan bigirin. Pêwîst e rayedar vê pirsgirêkê çareser bikin. Di heman demê de, divê raya giştî nekeve rehawetê. Esil prosesa krîtîk ya piştî bidawîhatina girêvên birçîbûnê ye. Gelek girtî eger e seqet bimînin. Loma divê civak li girtiyan xwedî derkeve."

Hevberdevka HDKê Gulîstan Koçyîgît jî da zanîn, ew kiryarên ku di serdema çalakiyan de hebûn, niha jî di prosesa dermankirina girtiyan de, girtî têne îzolekirin. Divê dewlet bi me re hevkariyê bike û çareyeke hevpar peyda bike ji bo hemû girtiyên nexweş.

Gulîstan Koçyîgît - Hevberdevka HDKê, got:"Me hem parêzer û hem jî hevalên xwe yên parêzer şandin hemû girtîgehan. Lê li gelek girtîgehan daxwazên hevdîtinên me, nehatin pejirandin. Li gelek cihan, prosesa dermankirinê tê bişûndexistin û girtî ji civakê têne îzolekirin. Pêwîst e, dam û dezgehên demokratîk li dijî van kiryarên deryasayî ên wezaretan, bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin."

Li gorî raportê li 11 girtîgehên Herêma Marmarayê zêdetirî 900 girtî ên ku rewşa wan giranin jî di navê de, dermankirina wan li gorî prosedurê nayê kirin, bernameya dîyetê nayê

şopandin û dermanakirina girtiyan jî ne li nexweşxaneyê, li revîrên girtîgehan li wan têne ferzkirin. Herwiha li gorî raportê ji wî 900 girtiyên ku dev ji girêva birçîbûnê berdane 600 jê zêdetir jî, bo nxweşxaneyê nehatine vegûhêstin.

 

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin