İHD: Divê Sisê Bingöl bê berdan

İHD: Divê Sisê Bingöl bê berdan

Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHDê ya Amedê ji bo Sîse Bîngol û girtiyên nexweşînên giran civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîmê de, hat diyar kirin ku îşkence û muameya xerab îhlala sûce û divê Sîsê Bingol bê berdan.

A+A-
Komîsyona Jinan û Komîsyana Girtîgehan ên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, ji bo girtiya nexweşîna giran Sîse Bîngol (85) a li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsûsê dihat girtin û di 2'yê Mijdarê de ji bo dermankirinê sewqî nexweşxanê hat kirin, li avahiya komeleyê daxuyanî da çepemeniyê.
 
Endama komîsyonê Ezgî Sila Demîr daxuyanî da û bi bîr xist ku nexweşiyên kezeb, dil, mîzdank, astim, tansiyon û gelek nexweşiyên din bi Sîse Bîngol re hene. Demîr diyar kir, gelek ji van nexweşiyan di rapora tenduristiyê de jî cih digirin û hinek ji wan li raporê nehatine nivîsandin. Ezgî Sila Demîr got, "Ji ber ku nexweşiyên wê lê giran kirine, rakirine nexweşxaneyê û li qawîşa mehkûman a li nexweşxaneyê tê hiştin. Rewşa wê ya tenduristiyê giran e."
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hiştina girtiyên nexweş li girtîgehê û astengkirina tedawiya wan li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tê wateya êşkenceyê û binpêkirina qedexeya li ser kiryarên xerab.
 
Di dawiya daxuyaniya ÎHD'ê de hate gotin, "Em merhemetê, ûjdan û qenciyê naxwazin. Ji bo Sîse Bîngol û girtiyên nexweş em daxwaza mafê jiyanê dikin."
(MA)
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin