IHD: Di 10 salan de 64 zarok ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine kuştin

IHD: Di 10 salan de 64 zarok ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine kuştin

.

A+A-

 Şaxa Amedê ya Komaleya Mafên Mirov bi helkefta Roja Cîhanî ya Zarokan raporek belav kir û ragihand ku di navbera salên 2011-2021an de li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 228 zarokan canê xwe ji dest dane û 64 ji wan ji aliyê polîs û leşkerên Tirkiyê ve hatine kuştin.

Peymana Mafên Zarokan di 20ê Mijdara 1989an de ji aliyê Komîteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pesendkirin û di 2ê Îlona 1990an de ketiye warê cîbicîkirinê. Tirkiye jî di nav de 196 welatên cîhanê di nav wê peymana taybet bi mafên zarokan de ne û yek ji wan peymanên mafê mirov e ku herî zêde welatên cîhanê îmzekirine. Ji ber vê yekê 20ê Mijdarê wek Roja Zarokan a Cîhanî hatiye ragihandin û her sal ev roj li beşeke zêde ya welatên cîhanê tê pîroz kirin.

Îro 19ê Mijdara 2021an Şaxa Amedê ya Komaleya Mafên Mirov bi helkefta Roja Zarokan a Cîhanî raporeke bi navê “Di Rûbrûbûnên Çekdarî Yên  Di Navbera Salên 2011-2021an de Binpêkariyên Li Dijî Zarokan”    belav kir.

Alîkara Serokê Şaxa Amedê ya Komaleya Mafên Mirov Ezgi Silademir encamên raporê bi daxuyaniyeke çapemeniyê li navenda wê komeleyê ya Amedê ragihandin. 

Ezgi Silademir  di raporê de amaje bi wê yekê da ku  binpakariyên  mafê zarokan  ên di navbera salên 2011-2021an de herî zêde mirin li parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên wek Şirnex, Colemêrg, Mêrdîn û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê çêbûne û got: “Dema li sedema mirina 228 zarokên canên xwe ji dest dane bê nêrîn di rêza yekem de  64 zarokan bi gulleyên hêzên ewlekariyê canên xwe ji dest dane, di rêza duyem de jî 62 zarokan di encama êrîşên bombeyan  de canên xwe ji dest dane.”

Derbarê zarokên ku di navbera salên 2011-2021an de mafê wan hatiye binpêkirin jî Silademir got: “ Di van 10 salan de bi giştî 228 zarokan canên xwe ji dest dane. Ji sedî 78ê zarokên kur in û ji sedî 22 jî zarokên keç in. Dema li temênê zarokên ku canên xwe ji dest dane bê nêrîn, derdora 30 zarokên ku canên xwe ji dest dane, di navbera temenê 0-5an de ne. Herwiha di raporê de tê dîtin,  herî  zêde zarokên ku temenê wan di navbera 6-15an de canê xwe ji dest dane.”

Tirkiyê Peymana Mafê Zarokan di 1990an de pesendkiriye û di sala 1995an de jî xistiye warê cîbicîkirinê. Welatên ku ev peyman pesendkirine divê maddeyên wê cîbicî bikin, lê Tirkiyê tevî ku ev zêdeyî 26 sal in Peymana Mafê Zarokan xisitiye meriyetê, îhtîrazî maddeyên wê  yên 17, 29 û 30 kiriye,  ku ew madde taybet in bi perwerdeya zimanê dayikê, parastina çandê û azadiya raderbirînê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin