Idrîs Hiso: Şêfekî Kurd bi rêka xwarinên Kurdî Kurdan bi Elmanan aşna dike

Idrîs Hiso: Şêfekî Kurd bi rêka xwarinên Kurdî Kurdan bi Elmanan aşna dike

.

A+A-

 

Idrîs Hiso

Roja 13.11.2021 li Rojhilatê waelatê Elmaniya li herêma Brandborgê, li navçeya Heylîlingxabe li gundê Yabil, Şêfekî Kurd ji bajarê Hesekê ji Rojavayê Kurdistanê çalakiyeke civakî û çandî li darxist, têde bi rêya xwarinên Kurdî xwest ku Kurd û Kurdistanê bi Elmaniyan bide nasîn.

Xwarin beşekî girîng e ji keltûr û filklora miletan, heta wê radeyê ku nasnameya hin welatan bi hin coreyên xawrinê ve tê girêdan, mîna welatê Libnanê û xwarina Tebûlê, an jî welatê Îtalya û xwarina Pîtzayê, û Mensefa Urdinî yan jî penêrê Fransî û wisa heta dawî.

Gelek xwarin hene bi navê Kurdan têne naskirin, tevî ku miletên Rojhilata Navîn di gelek xwarinan de hevpar in, lê her miletek bi şêweyê xwe yê taybet wan xwarinan amade dike û pêşkêşî mêvanên xwe dike.

Li Kurdistanê xwarinên  wek Savar û Dîkê Kurdî û Yeprax û hin cûrexwarinên din bi xwarinên Kurdî têne naskirin. Helbet nanlênana (Metbex) Kurdî dewlemend e, dewlemendiya xwarinên Kurdî jî ji dewlemendiya xwezaya Kurdistanê tê.

Şêfê Kurd Dijwar Ehmed Hiso ku berî bêhtir ji 7saln benaberî welatê Elmaniya bûye, derbarê bîroka vê çalakiyê wisa axifî: “Berî çend salekî ez hatim vê xwaringehê, min daxwaza xwarinê kir ji min re gotin, xwarineke Ispanî heye, min jî ji wan re got, aya xwarineke Kurdî nîne, gotin; Ma ka wê kî xwarinên Kurdî ji me re çêke?!, hema min ji wan re got ez dê ji we re çêkim û wisa pêwendiya me bihevre çêbû û ji wê demê ve min li gel wan kar kir û ez xwarinên Kurdî ji wan  û mêvanên xwaringeha wan re amade dikim û niha hejmarekî mezin heye bûne hezkiriyên xwarinên Kurdî û bi vî şêweyî Kurd û Kurdistanê jî nas dikin.”

Dijwar got jî: “Ez dixwazim xwarinên hejarên Kurdistanê bi xelkê bidim naskirn, xelkên normal ên Kurdistanê, karkir û cotkarên Kurd çi xwarinan dixwin û dixwarin û çawa ew amade dikirin, wek nimûne Petatên Hêrayî, Şorba Nîskê û Beloî….hd.”

“Ji berî çend salan ku ez li vê derê me ez û hejmareke elman bûne heval û niha kêfa wan ji xwarinên Kurdî re tê û jibo vê mebestê ez xuleyên fêrkirina amadekirina xwarinên Kurdî jibo Elmanan vedikim..û pêre jî naskirina wan ji Kurdan re bêhtir dibe.”

Elman jî dibêjin hezkirin di made re derbasî dil dibe

Dijwar dibêje; Elman jî wek hin miletên Rojhilata Navîn dibêjin “Hezkirin di made re derbasî dilê mirov dibe.” Lewma me jî xwest divê çalakiyê de xwarinên xweş ji Elmanan amade bikin û berî em ji wan re behsa keltûr, çand û welatê xwe bikin em xwarinên xwe yên xweş bi wan bidin naskirin, lewma me ev şêvbuhêrka têkil amade kir têde me behsa xwarin û vexwarina Kurdan kir herwisa me behsa Kurdistanê ji gelek aliyan ve kir û Elman jî bidilxweşî ev yek pejirandin û hejmareke mezin bûn mêvanên me û bidilşadî vegeriyan malên xwe”.

Jibo ev kar biciwanî were kirin, dijwar alîkarî ji hin hevalên xwe xwest, hevalên wî jî bidilxweşî bîroka wî pejirandin û alîkariya wî kirin, ji wan Yûtiyûberê Kurd Hozan Deham ku vîdyoyeke ciwan li ser Kurd û Kurdistanê û xwarinên Kurdî amade kiribû û di çalakiyê de hate nîşandan û bû cihê dilxweşiya mêvanan, herwiha xanim Samiya Fehîm Ebduxefûr ku bi çilûberên xwe yên Kurdî li çalakiyê amade bû û herwisa alîkariya Dijwar kiribû di amadekirina xwarinande û rewş û xemla civatê bi cilûbergên xwe ciwantir kiribû.

Derbarê armanc ji vê çalakiyê şêfê Kurd dibêje: “Ez bihêvîme ku nanlênaneke xurû Kurdî li vî bajarî vekim, ne tenê ji bo qezenca pere û diravan, lê ew nanlênan bibe mîna pirojeyekî çandî, ku bi rêka wî em xelkên van welatan bi keltûrê xwe aşna bikin wek bêçawa miletên din jî li Elmanya van karan dikin, li vir jî derfet bo herkesî heye ku taybetmendî û çanda xwe bi azadî diyar bikin û bi miletan bidin naskirin.”

Ligel xwarinên Kurdî mêvanan li mozîka Kurdî jî guhdarî dikirin, bi vê wateyê mirov dikare bêje wê şevê li wê xwaringehê şeveke Kurdî xerû bû, lê mêhvan ne Kurd bûn, belê dost û hezkiriyên xwarinên Kurdî û Kurdan bûn.

17.11.2021

Gewîlan

dijwar7.jpgdijwar-2.jpgdijwa12.jpgdijwar9.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin