Idlib herî kêm 540 caran hatiye bombebarankirin

Idlib herî kêm 540 caran hatiye bombebarankirin

Navçeyên bakurê rojhilatê bajarê Mieret el Noman heta başûrê rojhilatê heman navçeyê, li parêzgeha Idlibê bi tundî ji aliyê balafirên hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê ve hatine bombebarankirin.

A+A-

Navçeyên bakurê rojhilatê bajarê Mieret el Noman heta başûrê rojhilatê heman navçeyê, li parêzgeha Idlibê bi tundî ji aliyê balafirên hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê ve hatine bombebarankirin. Bombebaranê wêrankariyeke mezin li şûna xwe hiştiye û xelk reviya ye.

 

Hêzên berevaniya sivîl ku bi komsipiyan tên naskirin, mijûlî vemirandina agirê di êrîşên asmanî  yên balafirên şer ên artêşa hikûmeta Sûriyê dibin.

 

Li gor çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê, êrîşa asmanî baseke sivîlan ku navçeyên şer direviyan kirine armanc. Ew êrîş nêzîkî bajarokê Mehir Şorîn, nêzîkî 4 kîlometreyan li bakurê rojhilatê bajarê Mieret elNoman hatiye encamdan.

 

Balafirên şer ên hikûmeta Sûriyê herwiha bajarokê El Teh ser bi heman navçeya Mieret el Noman a parêzgeha Idlibê kirine armanc.

 

Bajarokê El Teh, 13 kîlometreyan li başûrê rojhilatê bajarokê Mieret el Noman dikeve.

 

Di êrîşan de ziyan giheştine otomobîl û wesayitên ku ev rê ji bo reva ber bi bakur de girtibûn ber xwe.

 

Navçeyên bakurê rojhilatê Mieret el Noman û heta başûrê rojhilatê heman navçeyê bûne guleka agir. Nişteciyên kêm ên ku hîn li deverê mane bi her awayekî ji nav agirê şer direvin.

 

Asewarên wêrankariyê li ser bajarok û gundê deverê diyar in. Hîç nîşan û amajeyên jiyanê li nav van kavilan nemane. Ne tenê jiyan lê sîmayên bajar û gundan jî êdî li van kavilan nemane.

 

Li gor raportên ku ji navçeyê tên, hêzên hikûmeta Sûriyê xwe ji bo êrîşa ser bajarê Mieret el Noman, 45 kîlometreyan li başûrê Idlibê amade dikin.

 

Li gor ajansên xwecihî, ji serê sibeha duşemê û heta nivîroya heman rojê, herî kêm 540 êrîşên asmanî ji aliyê hêzên Sûriyê û balafirên Sûriyê û Rûsyayê li ser herêmên Idlibê, bi taybet li derdora Mieret el Noman hatine encamdan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin