Îdia: Seroka CIAyê ji Tirkiyê xwestiye nêzîkî kurdan bibe

Îdia: Seroka CIAyê ji Tirkiyê xwestiye nêzîkî kurdan bibe

Di van rojên dawîn de ku hilweşandina tifaqa di navbera MHP û AK Partiyê de kete rojevê, îdiayeke mezin ji Sabahattin Özkibarê nivîskarê rojnameya Aydınlıkê hat.

A+A-

Di nivîsara xwe de Özkibarî, pêşî bibîr xist ku beriya çend salan yek ji serokên berê yên CIAê Leon Panetta hatibû Tirkiyeyê piştî vê serdanê, 'Birayê Esad' di nava şevekê de ji nişka ve bû 'Esadê Xayîn' û biryara şerê li dijî Sûriyê hatibû girtin.

Özkibarî, di berdewamiya nivîsara xwe de wisa dibêje:

"Va dîsa Seroka CIAyê bi awayekî surprîz hate Tirkiyeyê.

Li gor çavkaniyên me, rêvebiriya Washingtonê beramberî peydakirina krêdiyan û alîkariyên mijarên weke Halkbankê bi Gina Haspela Seroka CIAyê, ev daxwaz ji Tirkiyeyê kirine:

- Pabendî dorpêça Îranê bibin

- Têkiliyên bi Kurdan re nerm bikin û dev ji mijara Rojhilata Firatê berdin û nêzîkî PYDyê bibin

- Li Sûriyê dûrî hevpeymaniya digel Rûsya û Îranê bibin

- Li Kibrisê piştgiriyê bidin teza Rûman

- Li ser projeyên digel Rûsyayê ên wekî S-400ê û santrala nukleerî cardin bifikirin

- Hemwelatiyên girtî yên Emerîkî serbest berdin"

Herwiha Özkibarî bal kişand ku li gor rapirsiyên di destê Erdoğanî de, di serî de li Stenbol û bajarên kurdan, li gelek bajaran tifaqa digel MHPyê, dibe sedema têkçûna AKPyê û got:"Bi ya me, Erdoğanî bo ku dengên kurdan bi dest bixe, lîstika dûrketina ji MHPyê dilîze. Baweriya me ev e biryara Şûraya Dewletê ya li ser Sonda Xwendekaran ku ji nişka ve kete rojevê, bi vê pozîsyona nû ve girêdayî ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin