ÎDIA: ‘HSDê taxeke Hesekê teslîmî rejîme kir!’

ÎDIA: ‘HSDê taxeke Hesekê teslîmî rejîme kir!’

Rojnameya El-Weten ya ser bi Hikûmeta Sûriyê ragehand, ku duh Hêzên Sûriya Demokrat, taxa Neşwa ya Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê radestî Artêşa Sûriyê kir û niha artêşê dest bi danîna xalên xwe yên kontrolê li derdora wê taxê kiriye.

A+A-

Li gorî rojnameya El-Weten, radestkirina Taxa Neşwa ji aliyê HSDê ve, yek ji xalên rêkeftina di navbera wan û Hikûmeta Sûriyê de ye, ku berî niha di encama çend civînan de, li ser vê yekê lihev kiribûn.

Heya niha, ne HSDê û ne jî rêveberiya xweser ew nûçe piştrast nekirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin