Îdia ev e ku DAIŞiyê ku pişt komkujiya Parîsê ye hatiye kuştin

Îdia ev e ku DAIŞiyê ku pişt komkujiya Parîsê ye hatiye kuştin

Hevpeymaniya Navdewletî xebatan dike ku pesend bike gelo DAIŞiyê Fransî Fabien Clain ku komkujiya li Parîsê ya sala 2015an organîze kiribû miriye an na.

A+A-

Jêderên Amerîkî di vê baweriyê de ne ku di êrîşên asîmanî yên roja çarşemê de, Clain, hatiye kuştin. Fransî jî xebatan bikin ku vê agahiyê bisediqînin.

Televîzyona Fransî BFMê ragihand, di êrîşa asîmanî ya li dijî Baxoza dawîn baregeha DAIŞê de Fabien Clain hatiye kuştin û birayê wî Jean-Michel jî birîndar bûye.

Wezîra Bergiriyê ya Fransayê Florence Parly jî li ser hesaba xwe ya twîtterê got eger heye di êrîşa asîmanî de Clain hatibe kuştin. Heke ev agahî were rastandin, dilê Fransiziyan rehet bibe.

Rayedarên Fransî texmîn dikin nêzîkî 100 DAIŞiyên Fransî li Baxozê ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di dema êrîşên li Parîsê ku 130 kes can dabûn de, Clainî li ser navê DAIŞê bi tomara dengî ragihandibû ku DAIŞê ew êrîş girtiye ser milê xwe. Herwiha Clain wisa tê nasîn gelek welatiyên Fransayê bo DAIŞê birêxistin dikir û dibire Sûriyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin