Îbrahîm Yûsif: Tirkiye avê weke çekekî li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne

Îbrahîm Yûsif: Tirkiye avê weke çekekî li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne

.

A+A-

Berpirsê Giştî yê Navenda Ava Herêma Cizîrê Îbrahîm Yûsif diyar kir ku ava Feratê pênc metre daketiye û ev daketina avê bandora wê ya gelek mezin heye li ser jiyana xelkê Rojavayê Kurdistanê.

Berpirsê Giştî yê Navenda Ava Herêma Cizîrê Îbrahîm Yûsif diyar kir ku ava Feratê pênc metre daketiye û ev daketina avê bandora wê ya gelek mezin heye li ser jiyana xelkê Rojavayê Kurdistanê û got; Tirkiye avê weke çekekî li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne.

Îbrahîm Yûsif ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û diyar kir: “Ji 27ê meha yekem a sala 2021ê ve, dewleta Tirk a dagirker avê weke çekek bi kar tîne li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Yûsif bal kişande ser wê yekê ku li gor peymana navbera Sûriye, Iraq û Tirkiyê, divê av di çirkeyekê de 500 metre sêca were berdan, lê belê ji 27ê Çileyê heta niha, di çirkeyekê de tenê 200 metre sêca tê berdan.

Berpirsê Giştî yê Navenda Ava Herêma Cizîrê Îbrahîm Yûsif destnîşan dike ku ji aliyê mirovî ve qedexe ye ku av weke amûrek li dijî xelkê sivîl were bikaranîn.

Îbrahîm Yûsif eşkere kir ku niha ava Feratê pênc metre daketiye û ev daketina avê bandora wê ya gelek mezin heye û dibe sedema wê yekê ku gemar û qirêjiya di nav avê de hemû derkevin holê û bandoreke mezin li ser siheta xelkê deverê dike û ji wan gelek nexweşî çêdibin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin