Îbrahîm Xelîl - Çûna geştyaran sê qatê hatina geştyaran bû

Îbrahîm Xelîl - Çûna geştyaran sê qatê hatina geştyaran bû

.

A+A-

 Salane bo betlaneya serê sale hejmareke zêde ya geştyaran bi rêya Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl serdana bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dikin, sala 2021ê rêjeya çûna geştyaran sê qatê hatina geştyaran bûye di wê deriyê sînor re.

Îro Şemiyê 1ê Çileya 2022ê Peyamnêrê Rûdawê Yusif Mûsa ji Zaxoyê ragihand ku sala borî rêjeya çûna geştyaran bi rêya Deriyê Sînor ê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl bo bajarên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û welatên derve, sê qatê hatina geştyaran bûye di wî deriyê sînor re bo Herêma Kurdistanê.

Li gor wan amarên bi dest peyamnêrê Rûdawê ketine, rêjeya herî zêde ya wan kesên bi rêya Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl çûne bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, xelkê sînorê parêzgeha Dihokê bûne ku nêzîka 18 hezar kes dibe.

Beşeke din a kesên Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl bikar anîne, grûpên geştyarî bûne ku ji naverast û başûrê Iraqê hatine Herêma Kurdistanê û bi rêya wî deriyê sînor serdana Tirkiyê kirine. Heta niha derbarê hejmara hatin û çûna geştyaran de di wî deriyê sînor re ti amarên fermî ji aliyê Rêveberiya Deriyê Sînor ê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl ve nehatine eşkerekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin