Hurrîyet, Millîyet, Posta têne girtin

Hurrîyet, Millîyet, Posta têne girtin

Îdîayeke mezin: Rojnameyên Hurrîyet, Millîyet, Posta dê êdî neyên çap kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Çend sal berê Dogan Medya rojname û televîzyonên xwe firotin Demiroren Medya. Malpera Medyaradar vê êvarkî nûçeyeke balkêş weşand. Li gor malperê Demiroren Medya biryar daye ku rojnameyên di bin banê wê de Hurrîyet, Millîyet û Postayê êdî çap neke û ew dê tenê wekî malperên înternetê weşana xwe bidomînin.

Malper dibêje ji ber buhaya malîyeta kaxiz û li mal xebitîna pergala nû dê rojnameyan dîtîtalîze bikin.
Li alîyên din Gerînendeyê Weşanê yê Hurrîyetê Ahmet Hakan ji ser twittera xwe re peyamek weşand û got tiştek wisa nîn e. Lê dîyar e li pişt perdeyê tiştin têne nîqaşkirin.

Di salên 2000'î de li Tirkîyeyê Hurrîyet û Posta rojnameyên herî zêde dihatin firotin bûn. Rojane tîraja Hurrîyetê digiha mîlyonek hebî. Van hefteyên dawî tîroja Hurrîyetê heta 178, yê Millîyetê 123 hezar û yê Postayê jî heta 113 hezarî ketibû.

Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin