HSDê ragihand 1200 sivîl li Hecînê rizgar kirine

HSDê ragihand 1200 sivîl li Hecînê rizgar kirine

Hêzên Sûriya Demokrat ragihand, di 24 demjimêrên vê dawiyê de wan 1200 kesên sivîl ji navçeya Hecîn û Baxoz rizgar kirin.

A+A-

Piraniya wan kesên ku ji aliyê HSDê ve hatine rizgarkirin, jin û zarok in. Li gorî dîmenên ku HSDê belav kirine, diyar dibe ku operasyona rizgarkirina wan sivîlan bi şev çêbûye, û di bin çavdêriya şervanên HSDê ji bo deverên aram hatine veguhestin.

hecîn1.jpg

 

Herwiha HSDê bal kişand ser wê yekê, di şer û pevçûnên vê dawiyê de 11 şervanên wan jiyana xwe jidest dane, û çekdarên DAIŞê sûdê ji rewşa xerab ya seqayê dîtine.

 

Li navçeya Hecîn û derdorê hejmarek ji bîrên petrolê li jêr destê DAIŞê hene, bi taybetî li başûr-rojavayê bajarokê Hecîn û rojavayê Elşeife.

 

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, ji Îlona bûrî ve, hata niha bêhtir ji 800 çekdarên DAIŞê li rojhilatê Ferat hatine kuştin.

Li navçeya Hecîn, gelek hêz, amêr, çek, teqemenî û pêdiviyên şer di destê HSDê de hene, ji bo şerê DAIŞê.

 

 

Bi dehan barhilgirên Hevpeymaniya Navdewletî jî, gihiştine navçeyên HSDê ji bo amadekariyên şerê ku niha li wan deveran diqewime.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin