HSDê ji ber Efrînê şerê li Dêra Zorê sekinand

HSDê ji ber Efrînê şerê li Dêra Zorê sekinand

Serkirdeya di Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Lîlwa Ebdulah ragihand, ji ber rewşa bajarê Efrînê û êrîşên Tirkiyê wan şerê li dijî DAIŞê li Dêra Zorê rawestand.

A+A-

Berdevka Fermî ya operasyona Bagera Cizîrê ya HSDê Lîlwa Ebdulah ji ajansa “RT” a Rûsî re ragihand, ji ber êrîşên li ser bajarê Efrînê hêzên wan ji rojhilatê çemê Ferêt vekişiyane da ku li Efrînê li dijî artêşa Tirkiyê şer bike.

Lîlwa Ebdulah da zanîn jî, çekdarên DAIŞê li rojhilatê çemê Ferêt hîn navçeyeke biçûk mane û operasyona artêşa Tirkiyê xizmeta DAIŞê dike û temenê krîzê dirêj dike.

Ev daxuyaniya Peyvdara Fermî ya operasyona Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdulah di demekê de ye, duhî Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de diyar kir, operasyona artêşa Tirkiyê girîngiya li ser şerê DAIŞê têk biriye.

Herwiha Amerîka nîgeraniya xwe ji êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê derbirî û daxwaz ji hemû aliyan kir, ku xema wan ya yekem şerê li dijî DAIŞê be.

Di destpêka vê mehê de jî Fermandarê Hêzên Şoreşgerî Ebû Umer Idlibî ku di bin sîwana HSDê de li Dêra Zorê şerê DAIŞê dikir, gotibû, ji ber êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê wan hêza xwe ji Dêra Zorê vekişand û berê xwe dan Efrînê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin