HSDê êrişên DAIŞê li Baxoz û Hecînê têkşikandin

HSDê êrişên DAIŞê li Baxoz û Hecînê têkşikandin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku li eniyên Baxoz û Hecîn ên rojhilatê Firatê çend êrîşên DAIŞê, ser hev hatine şikandin.

A+A-

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek derbarê operasyona Bagera Cezîrê ya li dijî çekdarên DAIŞê li herdu çeperên Hecîn û Baxozê li rojhiltê Dêre Zor a Sûriyê belav kir.

 

Navenda Ragihandina HSDê diyar kir ku bi xirabûna rewşa keşûhewayê re, çekdarên DAIŞê li başûrê rojhilatê Dêrezorê çend êrîş li dijî hêzên wan encam dane.

 

Li gor daxuyaniyê, lê ew êrîşên çekdarên DAIŞê hatine şikandin û 10 termên çekdarên DAIŞê jî ketine destê hêzên wan.

 

Li gor daxuyaniya HSDê, di nav 24 demjimêrên derbasbûyî de şervanên  wan li herdu çeperên Baxoz û Hecînê bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî du cebilxaneyên DAIŞê ji nav birine û 31 çekdarên DAIŞê jî kuştine.

 

Herwiha li gor heman daxuyaniyê, di nav 24 demjimêrên derbasbûyî de şervanên  HSDê li herdu çeperên Baxoz û Hecînê bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî 51 çekdarên DAIŞê kuştine û operasyona wan a kontrolkirina wê navçeyê jî berdewam e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin