HSDê 6 endamên DAIŞê girt

HSDê 6 endamên DAIŞê girt

Li Reqa û Tebqayê grûpeke razayî ya DAIŞê hate girtin ku bi encamdana 14 kiryarên teqandin û terorkirinê têne tometbarkirin.

A+A-

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya çalakiyên xwe yên paqijkirina herêmê ji şaneyên veşartî yên DAIŞê de dest bi operasyona xwe ya duyemîn kir.

Di wê operasyonê de 6 endamên rêxistina DAIŞê hatin girtin û ew her şeş kes bi wê yekê têne tohmetbarkirin ku ku li dijî kesayetiyên herêmê bi teqînan û êrîşên terorîstî rabûne, vê dawiyê jî hewla kuştina Serokê Encûmena Lihevhatinê ya Eşîran li Tebqayê dane.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, Ebû Mihemed El Humsî rêberiya wê grûpê dikir û wan 14 bûyerên teqîn û hedefgirtina şervanên HSê  li Reqa û Tebqayê pêk aniye.

Herwiha hat ragihand ku Ebû Mihemed El Humsî li xwe mukur hat ku çawa wan çek û madeyîn teqemeniyê peyda dikin û ji êrîş û çalakiyên kuştinê re plan pêk dianîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin