HSDê 400 jin û zarok radestî welatên biyanî kirine!

HSDê 400 jin û zarok radestî welatên biyanî kirine!

Tevî nebûna biryareke fermî ji aliyê welatiyên biyanî ve ji bo veguhatina welatiyên xwe yên di nava DAIŞê de ne, Rêveberiya Xweser û HSDê bêhtir ji 400 kes radestî wan welatan kirine, ku piraniya wan jin û zarok in.

A+A-

Tevî nebûna biryareke fermî ji aliyê welatiyên biyanî ve ji bo veguhatina welatiyên xwe yên di nava DAIŞê de ne, Rêveberiya Xweser û HSDê bêhtir ji 400 kes radestî wan welatan kirine, ku piraniya wan jin û zarok in.
Piştî bangên Rêveberiya Xweser û HSDê ji bo birina welatiyên biyanî yên DAIŞê, niha hin welatan hejmarek ji jin û zarokên DAIŞê yên li kampa Holê li başûrê Hesekê ne wergirtine.
Heta niha Rêveberiya Xweser 148 jin û zarokên Ozbekîstanî, 130 jin û zarokên Kosovî, nêzîkî 100 jin û zarokên Kazaxistanî, 17 zarokên Fransî, 8 welatiyên Amerîkî, 7 Swêdî, 6 Belçîkî, 5 Norweçî, 5 Sudanî, 3 Rûsî û 2 welatiyên Holandî radestî wan welatan kirine.
Berî niha li zîndanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 280 çekdarên DAIŞê hebûn ew radestî desthilatiya Iraqê kiribûn, ku di nava wan de hin çekdarên biyanî jî hebûn.
Çekdarên DAIŞê yên biyanî hîn di zîndanên HSD û Rêveberiya Xweser de ne û ew pêşneyar dikin ku dadgeheke navdewletî li Rojavayê Kurdistanê ji bo dadgehkirina wan were avakirin, lê di dema dawî de Fransayê pêşneyar kiribû ew dadgeh li Iraqê bê avakirin, ne li Rojavayê Kurdistanê.
Kampa Holê li başûrê Hesekê ye û niha zêdetir ji 73 hezar koçberan vedihewîne û piraniya wan malbatên DAIŞê ne, ji nava wê hejmarê 12 hezar kesên biyanî ne, 4 hezar jinê biyanî ne û 8 hezar jî zarok in. Lê ev hejmar, malbatên Îraqî li xwe nagire, ku li gor amarên Netewên Yekgirtî hejmara wan digihe 29 hezaran.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin