HSD û koalisyona Navdewletî tetbîqata hevpar kirin

HSD û koalisyona Navdewletî tetbîqata hevpar kirin

.

A+A-

 Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên koalisyona navdewletî ya li hemberê IŞİD ê, li Binxetê li navça Dêrikê li gundê sînor li Teqil Beqil tetbîqatekî hevpar kirin. Leşkerên Amerîka û yên HSD ê tevlî tetbîqatê bûn. Di tetbîqatê de fuzeyên RPG, alavên zirxî û balafirên keşfe yên Amerîkayê hatin bikaranîn.

Li gor ajansa ANHA yê; piştî tetbîqatê berdevkên HSD ê û koalîsyonê ji bo çapemeniyê agahiyan dan. Fermandarê Yekîneyên Zirxî yê artêşa Amerîkayê ragihand ku bi HSD re li ser operasyonên li hemberê IŞİD ê hevdîtin kirine û tetbîqat di wê çarçoveyê de hatiye kirin. Fermandarê HSD ê ragihand ku tetbîqata li Dêrikê hat kirin, armanca wê xwurtkirina hevkariyê ye li hemberê hucrên IŞİD ê. Di malpera fermî ya HSD ê de li ser tetbîqatê weha hat gotin:

“Ji bo têkbirina IŞİD ê, ji bo li Sûriyê ewlehî û îstîqrarê pêkbînin, di çarçoveya wezîfa me de, ji bo şiyanên muharebê zêdetir bikin, hêzên me yên HSD ê bi hêzên koalisyona li hemberê IŞİD ê re li ser sînorê Tirkiyê-Iraq û Sûriyê, li Dêrikê li gundê Teqil Baqilê me tetbîqatên leşkerî kir.

Manewra, bikaranîna sîlihên orte û giran, rêbazên bergiriya li hemberê hucrên razayî yên IŞİD ê hatin tetbîqkirin. Ev yekem tetbîqat ya leşkeriye. Ev perçeyekî ji tetbîqatên ku îsal li Dêrezorê hatin kirin e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin