HSD: Operasyona Baxozê Bidawî Dibe

HSD: Operasyona Baxozê Bidawî Dibe

Jêderên ji HSDyê ji Reutersê ra ragihandin ku operasyona li dijî DAIŞê ya li Baxozê an qedîyaye an jî nêzîkî qedandinê ye ku bo qedandina wê bi temamî pêdivî bi wexteke gelekî kurt maye.

A+A-

DAIŞ li Baxozê nêzîkî dawîya xwe dibe.

Jêderên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ji Reutersê ra rahigand ku operasyon qedîya an jî weke qedîyabe ku li qadê bo bi temamî biqede, pêdivî bi demeke pir kurt maye.

Hat ragihandin, doh bi şev Hevpeymanîya Navdewletî, baregehên DAIŞê bi giranî bomberaran kir û DAIŞê jî bi otomobîlên bombebarkirî bi awayekî cuda cuda ber xwe dide.

Li gor agahîyan, çeteyên mayî yên DAIŞê li tunelan xwe veşartine û HSDê jî ji 3 alîyan êrîşî wan dike ku li hin deveran dûrahîya di navbera wan û DAIŞê da daketîye 100 metreyan.

baxozzzzzzzzzz.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin