HSD li ser bombebarana Qamişlo: 4 şehîdên me hene

HSD li ser bombebarana Qamişlo: 4 şehîdên me hene

.

A+A-

Tirkiyê bi dronekê cihek li nêzîkî nexweşxaneya Jiyan a Covîd-19 li bajarê Qamişlo yê Rojavayêê Kurdistanê bombebaran kir û HSD jî dibêje 4 şervanên wan canê xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de got, îro demijmêr 13.30 xulek dema ku hêzeke parastinî li ser karê xwe bû, bi dronekê hatin bombebaran kirin, di encam de 4 şervanên wan şehîd bûne û 3 şervanên din jî birîndar bûne. HSDê got jî, Tirkiyê dixwaze bi wan êrîşan xelkê bitrsîne û ne aramiyê li navçeyê peyda bike.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro piştî nîvro di seet derdora 13:30 an de, li bajarê Qamişlo, li taxa Cirnik, dema ku komek şervanên Erka Xweparastin li ser erka xwe bûn, rastî êrîşa balafirek bêmirov a artêşa Tirk a dagirker hatin. Di encama vê êrîşê de 4 şervanên me şehîd bûn, 3 şervan jî brîndar bûn. Nasnameyên şehîdên me piştre bi raya giştî re werin parvekirin.”

HSD herwiha dibêje ku artêşa Tirkiyê di demên dawî de bi êrîşên dijwar hewl dide ku di nav gelê Rojavayê Kurdistanê de tirs û nerehetiyek ava bike, lê ew dê di parastina xelkê û destkeftiyên ku bi xwînê bi dest xistine berdewam bibin, û wê tola şehîdên xwe vekin.

Malek li Amûdê hat bombebarankirin

Her wiha dîsa îro serê sibê Tirkiyê bi dronekê malek li gundê Xerze li Amûdê bombebaran kir, tenê ziyanên madî çêbûn.

Roja 6ê vê mehê jî Tirkiyê bi dronekê otombêlek li Qamişlo bombebaran kiribû, 4 kesan canê xwe ji dest dabûn û 2 kesên din jî birîndar bibûn.

Hejmarek gund hatin bombebarankirin

Artêşa Tirkiyê îro li Qamişlo taxa Enteriyê û hejmareke gundên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê, Dirbêsiyê û Til Temirê topbaran kir.

Li gorî vîdyoyên ku ji bo Rûdawê hatine şandin, îro piştî nîvro Tirkiyê li nêzîkî Sayloya Enteriyê, 2 gund li rojhilatê Qamişlo bi tundî topbaran kirin.

Herwiha li Tirbespiyê 6 gund, li Dirbêsiyê jî gundek û li Amûdê jî 3 gund û li Til Temirê jî 2 gund ji aliyê Tirkiyê ve hatine topbarankirin.

Di topbarana Artêşa Tirkiyê de hejmarek welatî birîndar bûne, heta niha ti zanyarî li ser hejmara wan nehatine belavkirin, lê ziyaneke madî jî gihişte cihên topbaranan.

Di topbarana Tirkiyê de li Til Temir welatiyekî canê xwe ji dest da

Tirkiyê topbarankirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê dijwartir kiriye û bi şev û roj navçeyên cuda topbaran dike.

Îro serê sibehê jî Tirkiyê gundê Selmase li Til Temir topbaran kir û di encama topbarankirina gundê Selmase de kesekî canê xwe ji daye. Navê kesê ku di wê topbaranê de canê xwe jidest daye jî Ibrahîm Mihemed Hişê ye.

Gundê Selmase li başûrê rojavayê Til Temir e.

Navê 7 birîndaran hatin eşkerekirin

Ji aliyê din ve medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di êrişên li ser Qamişlo de navê 7 birîndaran eşkere bûye.

Li gor nûçeyê, artêşa Tirkiyê gundên Sêgirka û Til Zîwan ên dikevin rojhilatê bajarê Qamişlo bi dijwarî topbaran kirin û di encamê êrişa li ser gundên Sêgirka de hejmarek welatî birîndar bûn.

Navê birîndarên ku hatine bidestxistin wiha ne: Helebce Reşîd (33), Arîn Ebdulezîz El-Hesen (38), Mihemed Salih (12), Mîran Selah (13), Îlan Selah (5) û Bilind Mihemed Şemsedîn (16). Birîndar li Nexweşxaneya Rehma ya bajarê Qamişlo tên tedawîkirin.

Herwiha hat gotin ku di êrişa li ser gundên Amûdê de welatiyê bi navê Rodî Sebrî (30) birîndar bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin