HSD li mîhwera Baxozê bi pêş ve diçe

HSD li mîhwera Baxozê bi pêş ve diçe

Derbarê şerê Hecînê ya li dijî DAIŞê de HSDê daxuyaniyek da

A+A-

Derbarê şerê Hecînê ya li dijî DAIŞê de HSDê daxuyaniyek da û ragihand, li çepera Baxozê hêzên wan di nav 24 seatan de bi qasî kîlometrekê bi pêş ve çûne, herwiha li herdu çeperên Baxoz û Hecînê bi piştgiriya balafirên Hevpeymaniyê du cebilxaneyên DAIŞê hatine jinavbirin. Li gorî HSDê herwiha 31 çekdarên DAIŞê jî di pevçûnan de hatine kuştin.

 

Li gor daxuyaniya HSDê, di nav 24 demjimêrên derbasbûyî de şervanên  wan li herdu çeperên Baxoz û Hecînê bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî du cebilxaneyên DAIŞê ji nav birine û 31 çekdarên DAIŞê jî kuştine.

 

HSDê diyar kiriye, ku di berdewamiya operasyonê de herwiha 5 zirêpoş bi rêya bombebarana firokeyên hevpeymaniyê têk çûne.

 

Şervaneka YPJê jî ku di operasyona li dijî DAIŞê de li başûrê rojhilatê Dêre Zorê beşdar e, dibîje, ku ew di operasyonê de bi moralekî bilind bi pêş ve diçin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin