HSD li dijî DAIŞê amadekariyên operasyonê dike!

HSD li dijî DAIŞê amadekariyên operasyonê dike!

Hat ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) amadekariyan dike ku li Dêra Zorê li dijî DAIŞê operasyonê bike.

A+A-

Li gorî çavkaniyên herêmî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên ku ji aliyê koalîsyona navnetewî ve tên piştevanîkirin, ji bo ku li herêma Hecîn, Şef’e û Susê operasyonekê li dijî DAIŞê bike amadekariyên xwe dike.

Bi vê operasyonê HSD dixwaze ku DAIŞê bi tevahî ji herêmê derîne.

Hat ragihandin ku biryara operasyonê, piştî ku DAIŞê gundên Teyyanê û Bîr el-Mîlh dagir kirin, derket.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum