HSD: Komên çekdar bi berdewamî êrîşî Eyn Îsayê dikin

HSD: Komên çekdar bi berdewamî êrîşî Eyn Îsayê dikin

.

A+A-

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, di demên dawiyê de Tirkiyê û girûpên çekdar topbaranên xwe li gundên derdora Eyn Îsa û Girê Spî zêde kirine.

Îro roja yekşemê HSDê derbarê êrîşên komên çekdar û artêşa Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û aşkere kir topxaneyên Tirkiyê û komên çekdar 3 roje, bajarokê Eyn Îsa û derdora wê bi berdewamî topbaran kirine û malên kesên sivîl bûne armanca wan topbaranan.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku îro danê sibehê navenda bajarokê Eyn Îsa û derdora wê hatiye topbarakirin û di encamê de, du zarok birîndar bûne.

HSD herwiha amaje bi wê yekê dide, ku tevî zêdebûna topbarana artêşa Tirkiyê li ser navenda Eyn Îsa, liv û tevgerên çekdaran li gundê Malikiyê yê ser bi vî bajarokî ve jî zêde bûne.

Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandina HSDê, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 2 kolometran dûrî rêya navdewletî ya M4, bingehan datînin û amadekariyên êrîşan dikin.

Herî dawî jî Artêşa Tirkiyê îro êvarî demjimêr 19.00 gundewarê Eyn Îsa topbaran kir û bi taybetî derdora rêya navdewletî ya M4 li bakurê vî bajarokî da ber topan.

Hêjayî gotinê ye di wan demên dawiyê de,  artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî êrîşên xwe li bajarokê Eyn Îsa zêde kirine û li herêmê rewş aloz bûye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin