HSD: “Dema mijar dibe Kurd ev cîhan ewqas bêbext nêzikî Kurdan dibe”

HSD: “Dema mijar dibe Kurd ev cîhan ewqas bêbext nêzikî Kurdan dibe”

Mistefa Balî ji Rûdawê re axivî: "Em heta dawiyê, heta ku nefesek di me de heye em dê berxwedana xwe bidomînin.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berdevkê ragihandina HSDê ragihand ku êrişa Tirkîyê piştgirîyeke rasterast e ji bo DAIŞê û got, “Bi destpêkirina êrişê, DAIŞê jî çalakîyên xwe yên ser hêzên me zêde kirine. Kesên ku niha li gel Tirkîyê tên ku navê, ‘Artêşa Niştimanî’ li xwe kirine yên ser bi opozîsyona Sûrîyê ve, piranî endamên DAIŞê bûn ku ji ber hêzên me revîyan û berê xwe dan Tirkîyê.”

 

Berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûrîyê Demokratîk (HSD) Mistefa Balî ji Rûdawê re ragihand, “Piştî 5 sal şerê li dijî DAIŞê, parastina tevahîya cîhanê, tevahîya hêzên Kurdî ku dema em dibêjin şerê li dijî DAIŞê en tenê behsa Rojava dikin, em behsa Başur jî dikin, eger ne hêzên Pêşmerge ba artêşa Iraqê xeyal nedikir ku bigihije Mûsilê, eger ne hêza YPGê ba, ti kesê xeyal nedikir ku DAIŞê dê bi dawî bibe, bi hezaran ciwanên me şehîd bûn di çarçova parastina cîhanê, parastina aramîyê û têkbirina terorê. Lêbelê dema mijar dibe Kurd ev cîhan ewqas bêbext nêzikî Kurdan dibe. Ji bo Başur jî wisa bû û ji bo Rojava jî wisa bû.”

 

Mistefa Balî referandûma serxwebûna Kurdistanê ku di 25ê Îlona 2017an de hat encamdan bibîr xist û got, “Dema ku gelê Kurd di asta sedî 99 ji bo serxwebûna xwe referandûm kir, cîhan bi giştî bi serkêşîya Tirkîyê bi ser Kurdan de çû, bi ser Başur de çû û Başur dorpêç kirin. Niha jî ji bo Kurd di çareserîyeke sîyasî de Kurd tê de cih negirin, ev dagirkerî bi ser Kurdan de tê û dîsa bi serkêşîya Tirkîye ye û bêbextîya cîhanêye.”

 

Balî di dewama gotinên xwe de derbarê rewşa girtîgeh û kampên ku DAIŞî tê de ne de dibêje, “Niha êrişeke cînosayd bi ser me de pêk tê. Projeyeke guhertina demografîyê û tunekirina gelê Kurd pêk tê. Wê demê yekem erkê me parastina gel, sînor û axa me ye. Tevahîya hêzên me niha bi vê yekê re mijûl dibin. Ew zîndanên di destê me de ku zêdetirî 12 hezar çekdarên DAIŞê tê de ne û kampên malbatên DAIŞîyan tê de ne ku hejmara 90 hezar kes e, ev weke bombeyên demkî ne. Dê kengî biteqin em nizanin. Heta ji destê me tê em dê berpirsyarîya xwe li hember cîhanê bigirin lêbelê li ber cenosayd û qirkirinekê ne û em neçar parastina xwe bikin.”

 

Derbarê rewşa şer jî Balî diyar dike, “Dewleta Tirkîyê bi hemû hêza xwe êriş dike. Artêşeke ku teknîkene zêde di dest de ye û bi hezaran çeteyeên ku ji Efrîn, Idlib, Ezazê kom kirine bi xwe re anîne. Niha hêzên me serkeftin û destanên dîrokî dinivîsînin. Êdî em li gor vê rewşê em nikarin bibêjin bê ka çend gund ketin destê dijmin û çend hatin parastin. Ew gundên ketine destê dijmin gelo dijmin çiqas windahî dan, dijmin tê de aram e an na û çalakî û şerê li hemberî wan tê kirin, ev pîvan e.”

 

Berdevkê ragihandina HSDê got ku ew dikarin sozekê bidin gelê xwe xwe û got, “Em nikarin bibêjin dê dijmin bi pêş de neçe, lêbelê gav bi gav ev dijmin derbas bibe, dê xwînê winda bike û dê windahîyeke zêde bide û divê di ser termên me re derbas bibe. Em heta dawîyê, heta ku nefesek di me de heye em dê berxwedana xwe bidomînin.”

 

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin