HSD cardin dest bi operasyonên li Dêrazorê kir

HSD cardin dest bi operasyonên li Dêrazorê kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) careke din dest bi operasyonên xwe yên li leşkerî li dijî DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê kir.

A+A-

HSDê daxuyaniyek belav kir û ragihand, “DAIŞê êrîşên artêşa Tirkiyê li ser gundên me yê sînorî derfet ji xwe re dît û bi êrîşên berûvajî bi riya otombîlên bombebarkirî encam dan, vê yekê hîşt ku em operasyona xwe rawestînin, ta gefên li sînorê me yê bakur bidawî dibin.”

HSD da zanîn, ji encama pêwendiyên berdewam di navbera Fermandariya HSD û Hevpeymaniya Navdewletî û daxwaza wan a xweragirtinê û girîngîpêdana bi şerê terorê, Fermandariya Giştî ya HSDê biryara destpêkirina operasonên li dijî DAIŞê li Dêrazorê da.

HSDê diyar kir, rawestandina operasyona li rojhilatê Dêrazorê tenê ji aliyê bijayî ve bû, lê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî di êrîşên xwe de berdewam bûn û di vê hefteyê de hejmarek ji baregehên DAIŞê jinav birin û hejmarek çekdar jî kuştin.

Herwiha aşkere kir jî, Hêzên Taybet yên HSDê di wê hefteya bûrî de bi piştevaniya helîkopterên Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke cureyî kir û serkirdeyekî DAIŞê li Reqayê desteser kir.

HSDê got, çekdarên DAIŞê welatiyên sivîl wek mertalê mirovî bikar tînin, loma daxwaz ji welatiyên sivîl kir, rê ji xwe re bibînin û ji herêmên leşkerî derkevin û ji navendên DAIŞê bidûr bikevin, ta ku ziyan negihîne wan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin