HSD: 2 şertên me hene!

HSD: 2 şertên me hene!

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku ew amade ne bi Tirkiyê re hevdîtinan pêk bînin, lê 2 mercên wan hene.

A+A-

Fermandarê HSDê Mazlum Kobanî li Kobanê di çalakiyeke de axivt û got, ew amade ne bi Tirkiyê re hevdîtinan pêk bînin lê 2 mercên wan hene: ‘’Ew jî divê Tirkiyê ji Efrînê vekişe û êrişî bakur û rojavayê Sûriyê (Rojava) neke.

Ji aliyê din ve Mazlum Kobanî di civîneke ku fermandarên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Wezîrê Derve yê Berê yê Fransayê Bernard Kouchner jî amade bû, axaftinek kir. Kobanî diyar kir ku wan êrişî tu hizb û aliyekî nekirine û neketine nava tevgereke ku li herêmê ragêşiyê zêde bibe.

Fermandarê HSDê Mazlum Kobanî di berdewamiya axaftina xwe de teqez kir ku armanca HSDê ew e ku xelkê ji terorê biparêzin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin