HREyê pêgehên çekdarên ser bi Tirkîyê ve topbaran kirin

HREyê pêgehên çekdarên ser bi Tirkîyê ve topbaran kirin

Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) şeva bihorî pêgehên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkîyê li devera Şêrawa topbaran kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor çavkanîyên xwecihî, Hêzên Rizgarkirina Efrînê pêgehên grûpên çekdar li gundê Beradê li navçeya Şêrawa kirin armanc.

Li gor heman çavkanîyan, ji encama wê êrîşa Hêzên Rêzgarkirina Efrînê, hejmarek çekdarên grûpên girêdayî Tirkîyê birîndar bûne.

Piştî ku hêzên hikûmeta Tirkîyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûrîyê ya girêdayî Tirkîyê dest danîn ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Rizgarkirina Efrînê li ser sînorên herêmê hatin damezirandin.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin