Hrant Dink di 14 saliya qetilkirina xwe de hat yadkirin

Hrant Dink di 14 saliya qetilkirina xwe de hat yadkirin

.

A+A-

Rakel Dînk di merasîma yadkirinê de axiviye û gotiye: “Ma gelo destpakî wiha dibe, rûmeta mirovan bi kîjan sabûnê tê paqijkirin, ma gelo kesên dewletê birêve dibin wê wiha biparêzin jiyana mirovan.”


Hrant Dink, Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê di 14 saliya qetilkirina xwe de hat yadkirin. Ji ber rewşa pandimeyê îsal merasîm bi awayekî online pêk hat lê li ber Apartmana Sebatê ya ku Hrant Dink li ber wê hatibû kuştin, merasîma sembolîk hate li dar xistin.

Her weha li ser malpera hranticinadaleticin.org-ê berê zaroktiya Hrantî, jiyana wî, gefên li wî hatine xwarin, axavtinên wî û pêvajoya qetilkirina wî hate weşandin

Rakel Dink: Armanc ne çareserî ye

Di saet 14.45 deqîqeyan de weşana zindî dest pê kir.

Hevalên Hrantî pankartên ku li ser wan “Tu li vir î Ahparîg” nivîsandine danîne ber cihê Dink lê hatibû kuştin. Rakel Dink, hevjîna Hrant Dinkî qurnefîl daniye heman cihî. Paşê jî nameyek xwendiye:

“154 sal in em li vir in, îro em bi şert û mercên pandemiyê, bi êş û tişten nayên zanîn li vir in. Ez dizanim gelek kes hene dilê wan li vir lê didin. Ev der cihekî wiha ye ku ew mijarên dixwazin bidin ji bîr kirin tên bibîrxistin. Ev der cihekî wiha ye ku em hîn dibin bi êşan bibin xwişk û bira.

“Doza hevjînê min 14 sal in dewam dike. Di 14 salan de dozeke kuştinê çareser nekirin. Lewma armanc ne çareserî ye, hewl didin ku bê ka wê çawa ser wê bigirin. Lê li ewqas cihan belav bûye ku êdî nikarin ser wê bigirin. Di nêz de wê hewl bidin ku bibêjin doz qediya. Heke hûn ewqas bi qedandina wê bawer in hûn çima ji daxwazên parêzerên me xwe vedişêrin?

“Ma gelo destpakî wiha dibe, rûmeta mirovan bi kîjan sabûnê tê paqijkirin, ma gelo kesên dewletê birêve dibin wê wiha biparêzin jiyana mirovan.”

Başak Demîrtaş:Em ji bo birîna xwe ya kûr li vir in

Piştî axavtina Rakel Dinkê, Başak Demîrtaş, hevjîna Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê Berê yê HDPyê bi rêya weşana zindî axivî:

“Çiqas sal li ser neqebûlkirina me derbas bibe jî ji bo birîna me ya kûr, dostê xwe, birayê xwe yê mezin, birayê xwe heq, ji bo Hrantê xwe ya ku neelimîn, em ê neemelin careke din li vir in.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin