Hozan Dilgeş jîyana xwe ji dest da

Hozan Dilgeş jîyana xwe ji dest da

Dilgeş di 15ê Kanûna 1979an de ji welêt derdikeve û diçe Almanyayê. Dilgeş 8 album derxistine.

A+A-

Li gorî agahiyan hunermendê kurdê êzidî Hozan Dilgeş duh bi şev wefat kirîye. 

Hozan Dilgeş ku ev demeke nexweşiya diabet(şekir) pê re hebû, ji ber nexweşiyê her du lingên wî di ser çongan re hatibûn jêkirin li Almanyayê di nexweşxaneyê de dihat dermankirin.

Hozan Dilgeş bi stranên xwe ên şoreşgerî xizmeta gel û welatê xwe kiribû û cihekî xwe ê taybet li cem gelê kurd çêkiribû.

Hozan Dilgeş di sala 1952yan de ji malbateke kurdên êzîdî li gundê Fisqînê yê navçeya Nisêbînê ji dayik bûye.

Dilgeş di sala 1975an de bi awayekî profesyonelî dest bi xebata muzîkê dike û di sala 1978an de yekem albuma xwe ya bi navê “Ma qey bindestî para me ye” derdixe. Dilgeş di 15ê Kanûna 1979an de ji welêt derdikeve û diçe Almanyayê. Dilgeş 8 album derxistine.

Guhdar bikin.

https://youtu.be/yGI8DdzPPJQ?list=PL4CdB2SIxlU56BSwyZ922iYjcdcaSiUAX

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin