Receb Dildar

Receb Dildar

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Hotel Ruanda yan Birakujî

A+A-

Fîlma Hotel Ruanda di sala 2004an de ji alîyê derhêner Terry George ve hatîye kişandin. Di fîlimê de rola sereke lîstikvanê navdar Don Cheadle dilîze. Hêvîdar im gelek kesên vê nivîsê dixwînin fîlima ez behsa wê dikim temaşe kirine. Û heke vê fîlimê temaşe nekiribin jî hêvîya min ji wan ew e ku rojeke berê lê temaşe bikin û bibînin ku brakujî çi tîne serê netewe û welatan.

 

Sebeba ku min fîlim anî rojevê ev e: Em di mijara brakujîyê de piştkul in. Û cîranên me yên derdorê her tim pişta me ya kul dixrînin ku em careke din bi hev bikevin. Wek neteweya Kurd me li ser meseleya brakujîyê berdêlên gelek giran dane. Hema bibêje çi rêxistinên me yên mezin hene, qet nebe carekê bi hev ketine û malik li me hemûyan xera kirine. Ez naxwazim behsa van şeran bikim û brînan teze bikim lê yên ku dixwazin dîrokê dubare bikin hene. Ji ber wê min xwest ez balê bikişînim ser vê fîlimê û bi saya wê jî vê mijara kirêt.

 

Meseleya Rûandayê çi ye: Li wê derê bi navê Tûtsî û Hûtû du eşîrên mezin hene û wek du brayan jiyana xwe bi hev re derbas dikin. Lê piştî dagirker dikevin welatê wan, ji bo bi hêsanî bikaribin wê derê îdare bikin herdu eşîran bera hev didin. Her carê piştgirî didin hinekan û cudatîyên di navbera wan de gurr dikin. Helbet gava tu avê germ bikî ew ê bikele jî. Di sala 1994an de eşîra Hûtû desthilatdarîyê bi dest xist û di nav sed rojî de bi qasî mîlyonek Tûtsî kuştin. Du milyon kes jî koçberî welatên cîran bûn.

 

Ji bo em careke din li ser axa welatê xwe rastî bûyereke wisa kirêt neyên, divê ji alîyên partî, rêxistin û rewşenbîran ve her tim xebata fikrên neteweyî bên kirin ku di nav gel de berjewendîyên eşîrtî têk biçin. Brakujî encax bi bilindbûna fikrên neteweyî dikare pûç bibe. Lewra eşîrtî û neteweyî du organîzasyonên li dijî hev in. Bi xurtbûna eşîrtîyê wê brakujî rola xwe bilîze û bi xurtbûna netewebûnê jî wê brakujî têk biçe. Ev nexweşî bi taybetî jî di nav gelên ku zayîna dewletbûnê dikişînin de pêk tê. Ji ber wê, di vê qonaxa ku em niha tê re derbas dibin de, wê cîranên xêrnexwaz bixwazin mîkrobên vê nexweşîya kirêt di nav eşîrên me de belav bikin. Lê derman dîyar e: Netewebûn…

Önceki ve Sonraki Yazılar