Hoşyar Zêbarî bo Dadgeha Federal a Iraqê: Tu çi biçînî, tu yê wê biçinî

Hoşyar Zêbarî bo Dadgeha Federal a Iraqê: Tu çi biçînî, tu yê wê biçinî

.

A+A-

Hoşyar Zêbarî: Biryarên Dadgeha Federal a Iraqê bûne sedema tiştên ku îro li Bexdayê rû didin.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ragihand, biryarên Dadgeha Federal a Iraqê bûne sedema tiştên ku îro li Bexdayê rû didin û got: “Tu çi biçînî, tu yê wê biçinî.”

Zêbarî derbarê xwepêşandanên Iraqê de, Dadgeha Federal a Iraqê bi alîgiriyê tometbar kir û li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Tu çi biçînî, tu yê wê biçinî.”

Zêbarî diyar kir, Dadgeha Federal bi biryarên xwe ku rê neda aliyên di hilbijartinên 2021ê de serkeftî bûn, hikûmeta piraniya niştimanî ava bikin, bûye sedema tiştên ku îro li Bexdayê diqewimin.

Her wiha Hoşyar Zêbarî got: “Lanet li şerê navxweyî yê Şîeyan be.”

Zêbarî bal kişande ser wê yekê ku “çareserî di diyalog û vegera li yasa û destûrê de ye.”

Ji duhî ve li Bexdayê xwepêşandan dest pê kiriye, îro danê sibê xwepêşanderan berê xwe dan navçeya Kesk a li Bexdayê û tevî hebûna hêzeke mezin a ewlehiyê, karîn berbestên navçeya Kesk derbas bikin û careke din biçin nav hola parlamentoyê.

Xwepêşander bi giştî li dijî birêveçûna her cûre civînên Parlamentoya Iraqê yên li ser pêkanîna hikûmeta nû ji aliyê Çarçoveya Hevahengiyê ne û ew namzedbûna Mihemed Şiya Sûdanî ji bo wergirtina postê serokwezîriyê, red dikin.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin